Forûma Muzîka Azad a Cihanê (Freemuse) nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP’ê yên li dijî hunermendên muxalif da. Forûmê rewşa Ferhat Tûnç weke mînak nîşan da û dest bi kampanyayê kir. 

Freemuse ku navenda wê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê ye, di şexsê hunermend Ferhat Tûnç de daxwaza azadiya îfadeyê kir. Freemuseê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di vî warî de dest bi kampanyayekê kirine û bi bîr xist ku Ferhat Tûnç ji ber gotinên xwe yên aştiyane tê darizandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Ferhat Tûnç di nava 10 salên dawî yên karyera xwe ya zêdeyî 30 salan de, ji ber muzîk û gotinên xwe yên aştiyane gelek caran ketiye ber lêpirsîna hikûmetê û doz lê hatine vekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku niha jî 2 dozên nû lê hatine vekirin.


Kampanyayê dest pê kir

Freemuse, ji bo piştgiriyê bide hunermendên li Tirkiyeyê û dozên li dijî wan hatine vekirin bên betalkirin, dest bi vê kampanyayê kir û ji bo kampanyayê banga beşdariyê kir.

Navnîşana ji bo îmzekirina metna kampanyayê ev e:

https://freemuse.org/def_art_freedom/drop-charges-musician-ferhat-tunc-turkey/ 


NAVENDA NÛÇEYAN