Dewleta Tirk a ku tevahiya siyaseta xwe ya li Sûriyê li ser bingehê astengkirina destketiyên Kurdan daniye, bi êrîşên xwe her sivîlan qetil dike. Artêşa Tirk a dagirker li Babê komkujiyeke din kir. Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji Babê ragihandin ku topbaran û bombebarandina artêşa Tirk li dijî bajarê Babê dewam dike. Heman çavkaniyan teqez kir ku balafirên şer ên Tirk pêr bi şev li bajarê Babê komkujiyeke din kirin û gotin, di encama komkujiyê de 14 jê zarok bi giştî 25 sivîl hatin qetilkirin.

Çavkaniyan da zanîn ku balafirên şer ên Tirkiyeyê ne bargehên çeteyên DAIŞʹê, deverên sivîl hedef girtin û di encamê de ev komkujî kirin.

Artêşa Tirk ji dagirkirina Sûriyê ku di 24`ê Tebaxa 2016`an de dest pê kir û vir ve, gelek komkujî pêk anîne. Heta niha  di encama komkujiyên de zêdetirî 350 sivîlî hatin qetilkirin û ji wan 150 kes ji Babê ne. Di nava qurbaniyan de hejmarek zêde jin û zarok jî hene. Topbaran û bombebarandina artêşa dagirker li ser bajarê Babê hîna jî dewam dike. 


ANHA / BAB