
Endamê Koordinasyona TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ragihand ku Koalisyona Navneteweyî û QSD’ê li ser operasyona Raqqayê li hev kirine.
Aldar Xelîl destnîşan kir ku rêveberiya siyasî ya Rojava jî peyman erê kiriye û di demeke kurt de wê operasyon dest pê bike. Ji fermandarên Koalisyona Naveneteweyî ya bi pêşengiya DYA’yê Korgeneral Stephen Townsed beriya du rojan têkildarî mijarê wiha gotibû: “Tirkiye li tu cihî bi taybetî jî di operasyona Raaqayê de naxwaze em bi QSD’ê re hevkariyê bikin. Lê rastî ew e ku di dem û çarçoveya nêz de hêza bi tenê ya ku dikare li dij DAIŞ’ê biser bikeve QSD ye. YPG jî beşeke girîng a wê ye. Em ê tevî hêzên di destê xwe de di demeke kurt de bikevin tevgerê. Ev hêz wê QSD û YPG a ku Erebên Sûriyeyê jî di nav de cih digirin e. Ji bo îzolekirina Raqqayê di demeke kurt de emê bikevin tevgerê û bi hêza ku ji bo vê yekê amade ye em ê pêk bînin. Minbic mînakeke berbiçav e ji bo vê yekê.“
Tirkiye hatiye hişyarkirin
Piştî ku ev daxuyanî di dezgehên çapemeniyê de hate belavkirin dewleta Tirk lez da trafîka dîplomasiyê. Serokomarê Tirk Erdogan li Serokê DYA’yê Obama geriya. Di daxuyaniyên ji Qesra Spî û Enqerê yên derbarê hevdîtinê de derketibû holê ku bi zimanekî dîplomatîk aliyê Tirk hatiye hişyar kirin. Hate ragihandin ku di hevdîtinê de Tirkiye hatiye hişyarkirin ku zirarê nede têkoşîna li dij DAIŞ’ê û êrîşî hêzên li dij DAIŞ’ê têdikoşin neke. Her wiha hate xwestin ku hêzên hewayî yên Tirk ji kontrola koodinasyona koalîsyonê dernevekin. Lê belê rojekê pişt re Erdogan û Wezareta Parastinê ya Tirk bang li DYA kirin ku li dewsa YPG’ê bi wan re hevkariyê bike. Erdogan gotibû: “Niha em ber bi El Babê ve diçin. Piştî wê Minbinc û Raqqa di hedefa me de ne. Em bi Serokê DYA Obama bi rêya telefonê axifîn. Me got, ‚pêwistî bi rêxistinên terorê PYD/YPG tune ye. Werin bi hev re em DAEŞ ji Raqqayê bavêjin. Em bi hev re dikarin bikin hêza me heye‘. Em ê li Kerkûk, Mûsul, Telafer, Sîncarê têkoşînê bidin. Sîncar (Şengal) ber bi bûyina Qendîleke nû ve diçe. Ji ber wê yekê emê mudaxeleyî wir jî bikin.“
Peyman pêk hat
Tevî dek, dolap, êrîş, gef û şantajan jî daxwaza dewleta Tirk pêk nehat. Endamê Koodînasyona TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, têkildarî mijarê doh agahiyên girîng dan. Xelîl ragihand ku QSD’ya ku hêza wê ya bingehîn YPG’e ye bi Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYA’ê hatiye sazkirin re di mijara operasyona Raqqayê de lihev kirine. Xelîl got; “Di mijara Reqqayê de lihevkirin pêk hat. Rêveberiya Xweser a Rojava jî vê pêngavê erê dike. Di demeke kurt de pêngav dest pê dike.”
Di destpêkê de dorpêç
Li gor agahiyên hatin bidestxistin operasyona bi plansazî û koorînasyona hevbeş dest pê bike de xêşî ji Bakûr û Bakur-rojhilat û Bakur-rojavayê Reqayê ve wê bajar were dorpêç kirin. Piştî ev qad hatin paqijkirin wê dorpêç were tengkirin û gav bi gav bir bi navendê ve biçin. Mîna Korgeneral Stephen Townsend jî di daxuyaniya xwe de qal kir, ji bo vê operasyonê pêngava rizgarkirina Mincbicê weke mînak tê girtin. Meclîsên siyasî û leşkerî yên herêma Reqqayê jî wê bibin parçeyekî pêngava rizgarkirinê. Bi operasyona nava bajêr re tê payin ku eşîr û xelkê bajêr yê di bin zilma DAIŞ’ê de ye jî bikevin tevgerê.
Rewşa Şehba wê çilo be?
Gelo QSD’ya ku ji bo rizgarkirina Raqqayê kete tevgerê wê bibe hedefa artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê? Mîna Erdogan dibêje wê Bab û Minbicê jî dagir bikin? Bersiva van pirsan jî wiha tê dayin: “Pêkhateyên QSD’ê wê herêmên ku ji DAIŞ’ê rizgar kirine yên mîna Bendava Şehba, gundên El-Hesiya, Hsack, Simûqa, Qol Sirûc, El-Werdiye, El-Xûl, Xirneta, Hesîniniyê û stasyona Bazê neterikînin û pozîsyona parastina herêmê bidomînin. Li dij êrîşên pêk werin wê mafê bersivdayinê heta dawî bikar bînin. Artêşa Tirk jî wê ber bi El Babê ve neçe. Lê belê ji êrîşên biçûk û bombardimana artêşa Tirk re wê çav werin girtin.”
Tirkiye dixwaze çi bike?
Têkildarî plansazî û hedefên dewleta Tirk Endamê Koordinasyona TEV-DEM’ê Aldar Xelîl got derdê dewleta Tirk têkbirina Şoreşa Rojava ye û wiha dewam kir: “Ji destpêka şoreşê ve plana dewleta Tirk hebû ku Sûriye û Bakûrê Sûriyeyê dagir bike. Dixwest bi çeteyên girêdayî xwe vê yekê pêk bîne. Dixwest bi desilatdariya van komên çete re Sûriyeyê bidest bixe. Lê dema ev plan neçû serî bi artêşa xwe axên Bakurê Sûriyeyê dagir kirin. Di her derfetê de dixwaze cihên nû dagir bike.“
Xelîl destnîşan kir ku ne tenê Şoreşa Rojava Bakur û Başûrê Kurdistanê jî di nav de diyar e dewleta Tirk hemû Kurdistan ji xwe re kiriye hedef.
Dixwaze kaosa heyî kurtir bike
Xelîl bang li gelê Kurd kir ku hişyar be û got heger hêzên Kurdistanê li dij Tirkiyeyê nebin xwedî helwesteke hevbeş wê her rê û rêbazê pêk bîne da bigihije armancên xwe. Aldar diyar kir ku Erdogan bi gavên diavêje re dixwaze li Iraq û Sûriyeyê kaosa heyî kurtir bike.
Xelîl destnîşan kir ku Erdogan ketiye çiravê û hewl dide herkesî bikişîne nava çirava xwe lê belê di encamê de wê Turkiyeyê zirarê bibîne û xwest gelê Tirkiyeyê vê rastiyê bizanibe.
SEYİT EVRAN / ANF / QAMİŞLO