BÊRÎVAN BOTAN / UTRECHT

Roja 18´ê Çile li bajarê Holandayê Utrechtê, welatparêzên Kurd û dostên wan 2 çalakiyên hevdem li dar xistin. Çalakî bi înîsiyatîfa dostên Kurd ên Holandî û li ser navê Boycott Turkey kampanya hatibûn amadekirin. Yek ji van çalakiyan li Fûara Betlaneyan a 50´î ya li Utrechtê bû. Bi beşdariya 1147 sazîyên ji welatên cihê fûara îsal bi rê ve çû. Ji bo reklama çûyîna Tirkiyê di dema betlaneyê de, wezareta tûrîzmê ya dewleta Tirk dezgehek li vê fûarê danî. Dezgeheke din jî ya şirketa rêyên hewayî ya Tirk, Korendum jî li rex wê dezgehê bû. Her sal, bêhtirî sed hezar kesî diçin serdana vê pêşangeha hanê.

Hovîtiya dewleta Tirk nîşan dan

Li gorî rêjeyên fermî herkes salê 2.5 caran diçe tehtîlê û her sal bi qasî 3395 Euro jî mesrefê dike. Ji bo bala beşdaran û mêvanên fûarê bikişînin ser siyaseta qirêj ya dewleta Tirk a qirkirina gelê Kurd, hem li Bakurê Kurdistanê û hem li Rojavayê Kurdistanê, komeke ji 12 çalakvanên ciwan bi t-shirtên sipî yên li ser wan Defend Rojava dinivîsî, li ber dezgeha wezareta tûrîzmê ya dewleta Tirk û şirketa balafiran a Tirk kom bûn û govend gerandin. Piştî bala gelek kesan kişandin ser xwe, ciwanan xwe avêt erdê û boyaxa sor bi xwe dakirin. Du ciwanan jî pankarta ji bo boykotkirina dewleta Tirk rakir û çalakvanekî jî daxwiyanî xwend.

Dostan jî destek da

Di daxwiyaniyê de qala hovîtiya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li Rojavayê Kurdistanê, sûcên şer û binpêkirinên mafên mirovan bi destê dewleta Tirk hate kirin. Di dawîyê de banga boykotkirina dewleta Tirk, mal, şirketên wê û tûrîzma wê hate kirin. Çalakvanan got, her euroya ku tevlî nav aboriya dewleta Tirk dibe, şerê li dijî gelê Kurd fînanse dike. Çalakiya ciwanan bi sloganan bi dawî bû. Komên Holandî yên dostên Kurdan jî tevlî vê çalakîyê bûn hebûn û ew jî Revolutionaire Eenheid (RE) Vrije Bond, Kritische Studenten Utrecht (KSU), Vondelbunker, Defend Rojava bûn.