Rêveberê Çapemeniyê yê Herêma Cizîrê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî Bedîh Huso der barê teqînên li Qamişloyê de got, “DAÎŞ li xwe digire û di hemûyan de têkiliya wan a bi Tirkiyeyê re derdikeve holê.”
Tevî êrişên dewleta tirk bi armanca qirkirinê di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Rojava da destpêkirin li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrîşên bombeyî zêde bûn.
Herî dawî di 11’ê Mijdarê de li Qamişloyê du êrişên bombeyî hatin kirin. Ev êriş ketiye rojeva Koalîsyona Navneteweyî jî û li gorî rayedarên Rêveberiya Xweser dewleta Tirk li pişt teqînan heye.
Teqîn koordînekirî ne
Rêveberê Çapemeniyê yê Herêma Cizîrê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî Bedîh Huso diyar kir ku di 11’ê Mijdarê de li Qamişloyê du teqînên bi koordîne hatine kirin û got, “Ya pêşî li ser Rêya El Wehde ya bi wesayîteke bombebarkirî hate kirin. Bi bandora vê teqînê re wesayîteke din jî teqiya.
Teqîna duyemîn jî li pêşiya El Şimû Cafe û Dêra Keldaniyan hate kirin. Ev teqîn jî bi motorbisikleteke bombebarkirî hate kirin û li vê derê bi tenê xisareke maddî çêbû. Li vê derê ti bendên leşkerî tune. Di teqîna duyemîn de xisareke maddî çêbû û di ya pêşî de jî 5 kes mirin û 26 kes birîndar bûn.”
Dixwazin gel koçber bibe
Huso diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Navxweyî bi operasyonan gihiştiye wê encamê ku teqîn ji aliyê kesekî li Tirkiyeyê hatiye koordînekirin û got ku “Piştî teqînê hevalên me li dîmenên kamerayên kolanan temaşe kirin. Kesê ku teqîn kiriye hate tespîtkirin. Yekîneyên me bi şev piştî saet 12’an operasyonek kirin. Di vê operasyonê de Ahmet Casim Mûstafa girtin ê ku ev teqîn kiriye. Piştî ku telefona wî hate kontrol kirin derket holê ku wî jî fermana van êrişan ji kesekî li Tirkiyeyê stendiye. Ji bo ku ev kes teqemeniyan têxe motor û wesayitan, Tirkiye pere dane wî.”
Huso diyar kir ku dewleta Tirk êrîşên xwe zêde kiriye û got ku “Gelê sivîl dikin hedef. Hedefa wan ne bi tenê hêzên leşkerî ne. Dixwazin gel bidin koçkirin.
ANF/QAMIŞLO