Kiryarên dewleta Tirk ên dijberî gelê Bakurê Kurdistanê û Rojava dewam dikin.

Duh hêzên Tirkiyeyê 240 donim ji zeviyên genim ên gundê Esediyê yê 40 km li rojhilatê bajarokê Zirganê yê li ber sînorê di navbera Rojava û Bakûr de şewitandin. Bi vê jî dewleta Tirk ziyaneke madî ya mezin gihande gundiyan. Ev zevî ji bo gundiyan piştî ked û xebatên dem dirêj weke jêdereke aborî ku debara xwe pê bikin, dihat hesabkirin.

Li gorî agahiyên şahidên ji gundê Esediyê, hêzên dewleta Tirkiyeyê di dema çêkirina xeta elektrîkê ji bo Dîwarê Şermê de agir bi zeviyan ket.

Tevî ku gundîyan mil bi mil hewl da agir vemirînin, nikarîn û zeviyên genim şewitîn. Li gorî texmînên gundiyan bêhtirî 10 milyon lîreyîn Sûriyê ziyana madî li welatiyan bûye. Yek ji cotkarên gund ê bi navê Mihemed El-Xelef ê zeviyê wî jî şewitî, bang li aliyên peywendîdar kir da ku sînorekî ji kiryarên Tirkiyeyê re deynin û li rewşa wan jî binihêrin.


 QAMIŞLO