Wezîrê Karên Derve yê Elman, Heiko Maas bersiv da nameya komek ji saziyên civaka sivîl û rêxistinên ciwanan a li ser Efrînê. Maas got, ji bo parastina gelê sivîl wan gelek caran zext li Tirkiyeyê kiriye. Li ser bazirganiya çekan jî Maas îdîa kir ku di çarçoveya mafên mirovan de hatiye kirin. Maas israra di krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê de jî teqez kir. Yek ji rêxistinên ku dema dawî bi hewldan û daxuyaniyên xwe li Elmanyayê gelekî balê dikişîne ser xwe, rêxistina ciwanan a Partiya Sosyal Demokrat (SPD) JUSOS e. Bi pêşengiya JUSOS’ê nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Elman, Heiko Maas re hatibû şandin. Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Maas bi xwe jî ji partiya SPD’ê ye. Tevî Adopt a Revolution, Navenda Agahdarkirinê ya Kurdistanê-Civaka Azad, Medico International û Ciwanên Sosyalîst ên Elmanyayê-Die Falken û van kesayetan li jêr mohra xwe danîbûn binê nameyê: Andrea Ypsilanti, Thomas Seibert, Hilde Mattheis, Ulrike Breth, Stefan Stache, Axel Troost Esther Lehnert, Sonja Buckel, Peter Brandt, Kevin Kuhnert, Lara Kannappel û Jan Dieren. Êrişên li dijî Kurdan şermezar bike Rêxistinên civakî yên sivîl ji hikûmeta Elman a federal xwestibû ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan şermezar bike û dawî li bêdengiya xwe ya der barê Efrînê bîne û bikeve nava liv û tevgerê. Maas ku yek ji wezîrên desteya nû ya Merkel e û berê wezîrê edaletê bû, beriya bi çend rojan bi awayekî nivîskî bersiv da nameyê. Maas di nameya xwe ya bersivê de nêzîkatiya Elmanyayê ya elaqedarî Efrîn û şerê Sûriyeyê dubare kir. Maas peyva xwe anî ser wê yekê ku ji bilî daxuyaniyên li Berlînê hatin dayîn, li pişt deriyên girtî gelek caran wan dewleta Tirk hişyar kiriye. Bersiva Maas a ji 2,5 rûpelan ku ji Sekreterê Navneteweyî yê JUSOS’ê Leonard von Galen re şandî, gihîşt ber destê ANF’ê. Maas balê dikişîne ser fikarên xwe yên derbarê rewşa Efrînê de û wiha dibêje: Tew mala minê û helwês ta Elmanyayê! “Bicihanîna hiqûqa navneteweyî û parastina gelê sivîl tişta herî girîng e ji bo hikûmeta federal. Ev daxwaz di gelek hevdîtinên bi hikumeta Tirk re hate zimên. Her wiha hate destnîşankirin ku divê Tirkiye di nêzîkatiya leşkerî de bi pîvan tevbigere.” Tirkiye sûc kir em sîlehan bi bersiyarî difiroşinê Maas bi argumanên xwe serî hemberê xwe gêj kir. Li gorî wî ji ber ku tirkiyeyê hişyarkirina wan li ber çav negirt, hikûmetê ew bi tundî şermezar kiriye, lê firotina sîlehan bi xwe jî bi berpirsiyariya insanî hatiye kirin. Wî got, ji ber ku dewleta Tirk daxwazên wan ên rêzgirtina ji hiqûqê re bi cih neanîne, Serokwezîr Merkel 21’ê Adarê di axaftina xwe de bûyerên li Efrînê qewimîn bi tundî şermezar kir. Di nameyê de li ser daxwazên “Bila ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bê ferzkirin” Maas ev bersiv da: “Pêvajoya erêkirina firotina çekan di çarçoveya siyaseta ewlekariyê de tê nirxandin û peyman yek bi yek tên lêkolîn. Di vir de çavdêriyên li ser mafên mirovan xwedî cihekî girîng in.” Herçî daxwaza “Eskerên Elman ên li Konyayê bila werin vekişandin” bû, Maas ji bîr kir ka Tirkiye çawa DAIŞ xwedî kir û niha jî komîn din ên terorîst xwedî dike û got, “Eskerên Elman ên li Konyayê hatine bicihkirin di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî ya NATO’yê ya li dijî DAIŞ‘ê wezîfeyê dikin. Ji ber vê yekê nabe ku eskerên li wir bên vekişandin.” Elmanya rijd e di krîmînalîzekirina Kurdan de Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Maas bi bibîranîna qedexeya PKK´ê ya sala 1993´yan bersiv da nihêrîna “Di xwepêşandanên Kurdan de zext tê kirin” û got, “Mîna beriya niha, niha jî ev qedexe di meriyetê de ye.” Maas îdîa kir ku ew Kurdan krîmînalîze nakin, lê dest werdidin sempatîzanên PKK´ê ku sembolê qedexe nîşan didin. Bi her halî Maas bi giştî got, Tirkiyeyê hiqûqa navneteweyî binpê kir û me ew hişyar kir û ti ceza neda wê, desteka me ya di çarçoveya NATO´yê de dewam dike. Li aliyê din jî wî got, Kurd mexdûrê “binpêkirina hiqûqa navneteweyî ne“, lê em ê rêxistinên wan ên siyasî, civakî û çandî ku li dijî qirrkirina wan têdikoşin, krîmînalîze bikin. n ANF / BERLÎN