Balafirên şer yên artêşa Tirk 20’ê Adarê gundê Tehşîşê ya Metînayê bombebaran kiribû û di encamê de maleke gundiyan bi temamî hilweşandibû, zirar û ziyaneke mezin a madî dabû gundiyan. Di wêneyan de jî diyar dibe ku mal bi temamî hatiye rûxandin û rasterast wargehên sivîlan hedef hatine girtin.

Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê êriş piştrast kiribû û dabû xuyakirin ku di êrişê de zirareke mezin a madî gihîştiye sivîlê herêmê.

Dewleta Tirk rojane gund û herêmên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Di encama êrişan de xelkê sivîl dibe hedef û jiyana xelkê navçeyê di metirsiyê de ye.

Rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl yên bajarokê Qeladizê, li ser mijarê axivîn.

Rojnamevan Aware Hîro bêdengiya li hemberî êriş û bombebarana dewleta Tirk şermezar kir û got; “Êriş û bombebarana artêşa Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê êdî bûye bûyereke asayî. Kes li hemberî vê dengê xwe nake. Her welatek xwedî serwerî û sînorekî taybet e. Lê li herêma me ji ber bê berpirsyarî û berjewendiyên hinek rayedaran, bêdengî serdest e."

Çalakvanê civaka sivîl Elî Qadir jî got, "Di roja Newrozê de balafirên şer yên dewleta Tirk, nêzîkî perwerdeya Qeladizê bombebaran kir. Tişta baş ew bû ku rokêt neteqiya, heger rokêt biteqiyaba wê ziyaneke mezin li pey xwe anîba. Cûrê rokêtê KJ 250 e û li Tirkiyeyê hatiye çêkirin. Me daxwaz ji aliyên peywendîdaran kir ku rokêtê li deriyê bajarokê Qeladizê bicih bikin û li ser binivîsin ‘Diyariya dewleta Tirk ji bo xelkê Qeladizê’.

 

QELADIZ/ METÎNA