Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo, li ser siyaseta Tirkiyeyê, dagirkirina herêma Ezaz, radestkirina 6 şervanên birîndar ên YPG’ê ku Tirkiyeyê radestî çeteyên El-Nusra kirin, ji bo ANHA’yê nirxandinên girîng ku dê gelek bêne axaftin, kirin. Sîpan Hemo bal kişand ser wê yekê ku dewleta Tirkiyeyê ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve rolek neyînî dilîze û ev rol bi şêvazên nû dewam dike. Hemo da zanîn ku li hemberî van polîtîkayan, gelên Sûriyeyê pêşketinên girîng bi dest xistin, lewre jî ev siyaseta neyînî ya Tirkiyeyê bi ser neketiye.


‘Tirkiye dîn û har bûye’

Hemo, diyar kir ku dema dewleta Tirk dît siyaseta wê bi ser nakeve, ji sala 2013’yan ve dest bi piştgiriya komên radîkal ên ku li ser navê Îslamê tevdigerin kiriye û wiha dewam kir: “Despêkê destek da Cephet El Nusra. Pişt re Ehrar El-Şam û herî dawî jî destek da DAIŞ’ê û niha dewam dike. Bi rêya van komên çeteyan êrîşên mezin li dijî gelê Kurd û gelên Sûriyeyê pêk anîn. Lê ev êrîş bi berxwedaniyek pir mezin hatin têkbirin. Gelê Kurd û gelên azadîxwaz ên Sûriyeyê ev êrîş kirin hinceta hevkariyê. Vê yekê jî dewleta Tirk dîn û har kir.”


‘Ev hemû lîstîk in’

Sîpan Hemo, anî ziman ku Tirkiye carinan qala ewlekariya xwe, carinan qala siberoja Sûriyeyê, carinan jî qala DAIŞ’ê dike, lê tekane armanca Tirkiyeyê astengkirina pêşketina Rojavayê Kurdistanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha jî ji bo ku pêşiyê li gihîştina hev a kantonên Efrîn û Kobanê bigire, siyasetekê dimeşîne. Ji bo rewabûna vê siyasetê jî dixwaze komên Tirkmenan ên girêdayî Artêşa Azad bi kar bine. Bi vê yekê dixwaze van koman li herêma sînorê di navbera DAIŞ Tirkiyeyê de bicîh bike, ev hemû lîstik in.”


‘Hêzên kontra bi cîh dike’

Fermandarê YPG’ê Hemo destnîşan kir ku Tirkiyeyê hêzên firka 30’an ên ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) perwerde kiribûn yek bi yek radestî Cephet El-Nusra kirin, li şûna wan jî hêzên kontra dixwaze bi cîh bike û got: “Ev yek eşkere ye ku dewleta Tirk ne bi armanca dijitiya hêzên tûndrew ketiya nava tevgerê.”


‘Tirkiyeyê bi El-Nusra re hevdîtin pêk anî’

Derbarê vekişandina çeteyên El-Nusra û ji Tirkiyeyê derbaskirina hin koman de Sîpan Hemo agahiyên girîng dan û da zanîn ku Tirkiyeyê ji bo ku li herêma Ezazê bicîh bibe, di destpêkê de bi El-Nusra re hevdîtin pêk anîne. Niha di encama hevdîtinê de di navbera Cephet El-Nusra û Lîwa Sultan Mûrad de dewrkirinek çêbû.”


‘MÎT, DAIŞ û Lîwa Sultan Murad civiyane’

Fermandarê YPG’ê li ser têkiliyên DAIŞ’ê û Tirkiyê jî nirxandinên balkêş kirin û ev agahî dan: “Li gorî agahiyên me, rayedarên Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) ya Tirk, Lîwa Sultan Murad û hin serçeteyên DAIŞ’ê civiyane û ev nîqaş kirine. Li gorî vê şanoyê, wê çend rojan bi rêya hewayî êrîş li ser DAIŞ’ê çêbibe û DAIŞ wê ji herêmê vekişe. Piştre wê Lîwa Sultan Mûrad li cihê wan bi cîh bibe. DAIŞ’ê ji niha ve bi daxuyaniyekê zemînê wê ava kir û got ‘ger êrîşek pir dijwar li ser me çêbibe em ê neçar bin xwe vekişînin’.”


‘DAIŞ’ên nû yên dewleta Tirk’

Sîpan Hemo, destnîşan kir ku ew tu carî qebûl nakin ku hêzeke biyanî li ser axa Sûriyeyê bi cîh bibe, destwerdanê bike û got: “Em dixwazin vê rastiyê ji hemû gelên Sûriyeyê re eşkere bikin. Ger li ser Kantonên Rojavayê Kurdistanê çênebin jî hatina hêzên Tirk a Ezazê destwerdanek e li dijî Rojavayê Kurdistanê. … Jixwe DAIŞ projeyeke dewleta Tirk bû. Îro ev proje dibe ku reng biguhere. Wê li dijî projeyên navdewletî, bi şêwazek firehtir projeya xwe têxe meriyetê. Em ê bi navên cuda, bi DAIŞ’ê nû yên Tirkan re rû bi rû bimînin. Dibe ku sibê bi DAIŞ’a Lîwa Sultan Murad re rû bi rû bimînin. Yek armanca wê heye, ew jî dijberiya deskeftiyên gelên Rojavayê Kurdistanê ye.”


‘Berpirsiyar Dewleta Tirk e’

Hemo bibîr xist ku hêzên dewleta Tirkiyeyê heta niha 3 caran êrîşî hêzên wan ên li gundê Zormexar a Kobanê kiriye û wiha dom kir: “Êrîşî hin cihên hevalên me yên Girê Spî jî kirin. Lê heta niha yek êrîşek dewleta Tirk li dijî DAIŞ’ê çênebûye. … Niha jî 6 hevalên me yên ku ji bo dermankirinê bi riyên fermî derbasî Tirkiyeyê bûbûn, radestî çeteyan kirin. Ji jiyana hevalê me dewleta Tirk berpirsiyar e.”


‘Bila Tirkmen bi lîstika dewleta Tirk nexapin’

Hemo got, herêmeke Tirkmenî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li derveyî hemû rastiyên erdnîgarî û demografik e û got: “Bêguman Tirkmen pêkhateyek Sûriyeyê ne û mafên wan jî hene. Lê Tirkmen li Sûriyelê belav in û hejmara wan herî kêm li herêma Ezaz, Cerablusê ye. Bi giştî li vê herêmê 7 gund hene û bi Kurdan re bihevre dijîn.” Hemo got, divê Tirkmen bi lîstikên Tirkiyeyê nexapin.

Hemo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dibe ku bibe sedema şerekî navxwe yê Ereb û Tirkmenan. Ev jî wê Tirkmenan bi komkujiyan re rû bi rû bihêle. Bila gelê Tirkmen li ser esasê Sûriyeyeke demokratîk û yekîtiya pêkhateyan tevbigere. Banga me ew e ku xwe ji siyaseta dewleta Tirk ya ku tenê li berjewendiyên xwe difikire û dixwaze gelê Tirkmen bike qurbana siyaseta xwe, dûr bikevin.”



AZÎZ KOYLUOGLU/NAVENDA NÛÇEYAN