Ne tiştekî dûr e ji vê zêhniyetê hin nivîskar ên hevdemên kesayetiyên Kurd ên navdar li ser çelexwarîkirina mîras û nasnameyên wan kesayetiyan bixebitin, bi rêya çêkirina regezine derew ji wan re da wan tevlî neteweya Tirk bikin.

HUSEYINCIMO

Piştî bidarvekirina rêberê şoreşa Kurdî ya sala 1925, Şêx Seîdê Pîran, û beriya wê jî, reva Taha El-Nehrî, mezintirîn lêvegerê Neqşebendî, ji Hekarî ber bi Rewanduzê ve, ya ku di bin dagirkeriya Brîtanî de bû, Şêx Ebdûlhekîm El-Erwasî bû mezintirîn lêvegerê Neqşebendî li Bakurê Kurdistanê (Tirkiyê).

El-Erwasî piştevanî da şoreşa Betlîsê ya sala 1914´an, ya ku bi ser neket, piştre rêberê wê şoreşê, Mela Selîm di hundirê konsolosxaneya Rûsî de hate bidarvekirin. Lê jiyannameya malbata Erwasiyan çîroka duyemîn a siyaseta Tirkkirinê, ya bi bêhinfirehî dihate kirin, ji me re pêşkêş dike.

Bi dawiya Cenga Cîhanî ya yekemîn re, El-Erwasî berê xwe da Stenbolê, û li wir bi cih bû, ta koça xwe ya dawî sala 1943´an. Li wir, dewletê mafê îmamtiya mizgefta “Sultan Ehmed” da wî û dest bi birêvebirina Tikiya Neqşebendî li taxa “Eyûb Paşa” kir. Pê re du kesayetî nas kirin, Huseyîn Hilmî Işik û Necîp Fazil (Kisayurek), û her du jî di warê nivîsandin û helbestê de li Tirkiyêyê navdar bûn, her weha Necîp Fazil jî weke “Siltanê Helbestvanan” dihate nasîn. Van her du kesan, nivîsandina jiyannameya El-Erwasî (bi navê medenî Abdulhakim Arvasî) pawan kir (yekdestdarî), çawa ku hin xwendekarên Tirk jiyannameya Seîdê Newresî ji xwe re pawan kir.

   

Çima Tirk jiyannameya El-Erwasî dinivîsin

Gelek guman li dora van her du kesan hene, Huseyin Hilmi Işik û Necîp Fazil. Her yek ji wan bandora xwe li ser Şêx El-Erwasî hebû, û helbet ne ji xwe re lihevhatin e ku kesine Tirk jiyannameya mezintirîn Şêxên Kurdan nivîsandiye, piştî ku komara Tirk hate damezirandin. Bi taybetî ku em bala xwe bidinê ka çawa navên wan şêxên Kurdan ji “Osmaniyên Kurd” hate veguheztin û bûn “Misilmanên Tirk”, ev yek jî bi desttêwerdana ewlekariyê hate kirin, ne tenê ji bo ku jiyannameya van Şêxan di dest wan de be, lê belê ji bo çelexwarîkirina mîrasên Şêxên Kurdan ên nivîskî.

Necîp Fazil ji hêla hêzên ewlekariyê ve pirr dihate astengkirin, lê ev yek nayê wê maneyê ku wî karê çelexwarîkirina jiyannameya Şêx El-Erwasî nekiriye, û ev yek weke siyaseteke dewletê bû ka çawa perdeyan li ser hebûna Kurdan li Tirkiyê deynin û wan veşêrin.

Ev yek, nivîskarê Tirk ê navdar, Şerîf Mardîn jî pêk anî, tevî ku ew rikberê rêjîmê bû di wî çaxî de, lê dema ku wî li ser kesayeta Kurd, Ebdullah Cewdet nivîsand, wî ti carî weke mirovekî Kurd ew neda nasîn, ku Cewdet yek ji damezrênerên komeleya “Îttîhad û Tereqqî” bû.

Huseyîn Hilmî Işik û Necîp Fazil Tirkkirina mîrasên Şêx El-Erwasî yên nivîskî, weke erk dane ser milên xwe, û qet nasnameya Şêx a Kurdî diyar nedikirin. Ne tenê wisa, lê wan El-Erwasî weke yek ji neslên Haşimiyan dida nasîn, û di her nivîsê de Şêx yek ji malbata Şah Feysel, şahê Iraqê yê ji Haşimiyên Ereb e, dida nasîn, û ev yek li ser pirraniya rêberên şoreşên Kurdan pêk tê, ku xwe ji wî neslî didîtin.

Piştî Şêx dor gihandin Mihemed Şefîq El-Erwasî

Piştî Tirkkirina mîrasên El-Erwasî yên nivîskî û Erebkirina nasname û neslê wî, dor hate ser rewşenbîrê neqşebendî û stûna tevgera weşandina bi zimanê Kurdî, Mihemed Şefîq El-Erwasî (bi navê medenî Muhammet Şefîk Arvasî).

Di sala 1912´an de, Mihemed Şefîq berê xwe da Stenbolê, û li wir dest bi çapkirin û weşanên pirtûkên Kurdî kir, yek ji wan pirtûkan Dîwanê Melayê Cizîrî bû, ku cara yekê ev dîwan hate çapkirin, çimkî yên berê bi dest hatibûn nivîsandin.

Mihemed Şefîq di damezirandina komeleya “Hêvî” de beşdar bû, ku gelek niştimanperwerên neqşebendî endamên vê komeleyê bûn, piştre bû endamê komeleya “Îttîhad û Tereqqî” ya Kurdî, û bû sernivîserê kovara “Kurdistan” sala 1919´an, a ku ji hêla hevalê wî “Mihemed Mehrî” ve dihate belavkirin.

Pêvajoya guhertinê di jiyannameya malbata Erwasiyan de bi darvekirina rêberên şoreşa Kurdî ya sala 1925´an dest pê kir. Mihemed Şefîq û mamê wî Ebdulhekîm El-Erwasî nehatin bidarvekirin, lê dadgehên “serxwebûnê” di wê demê de, Mihemed Şefîq bi “tawana” çapkirina dîwana Melayê Cizîrî mehkûmî 10 sal cezayê hepsê kir, lê piştî efûyeke giştî di sala 1928´an de ew hate serbestkirin.

Piştî derketina wî ji zindanê, Mihemed Şefîq berê xwe da olê, û xwe ji warê çandî dûr xist, û di tekeya neqşebendî de li Stenbolê cih girt. Lê tenê wî dîsa dîwana Cizîrî sala 1934´an çap kir, tevî ku weşana bi zimanê Kurdî qedexe bû. Sala 1970´yî, koça xwe ya dawî kir û li cem rêhevalê xwe “Ebdulrehman Rehmî”, ku ew her du şagirtên Şêx Seîdê Newresî bûn, hate veşartin.

Sosreta Ehmed El-Erwasî

Beriya ku zordestiya dewleta Tirk xurt bibe, tevgera weşana bi zimanê Kurdî, ya herî bi hêz bû, û ew bi serperiştiya Newresî bû, li gel wî jî Mihemed Şefîq û, Mihemed Mehrî, Kamil Ramiz Kurdîzade, Hemza Muksî û Xelîlê Xeyalî hebûn.

Kesê din ê ji malbata Ewrasî, Ehmed El-Ewrasî (navê medenî Ahmet Arvas) bû, ew ê ku zû û bi şêweyekî balkêş tevî Tûraniyan bû, û gelek gotar li dijî Kurdan nivîsandin, her weha bû serkirdeyekî partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkî û gelekî nêzî Alpaslan Turkeş bû. Hevalê Ehmed El-Erwasî wî weke mirovekî Ereb pêşkêş dikirin, û wî jî ev yek pesend dikir, û dikarîbû pêla Îslamî di hundirê partiyê de bi cih bike, û ev tiştekî ne normal bû.

Nifşê sêyemîn ê Erwasiyan destnîşan dike ka çawa Tirk di siyaseta “Tirkkirina Nerm” de jîr û şareza bûn. Ev siyaseta ku hêzên muxaberatan (nivîsgeha çandê) li ser gelek malbatên Kurdan ên navdar pêk anîn.

Niha Abdulahat Arvas heye, ku ew parlamenterê AKP´ê  ji herêma Wanê ye, û pismamê wî Abdulselam Arvas ê ku namzetê MHP´ê di hilbijartinên parlamenê bû, ew jî ji Wanê ye. Neviya Şêx Ebdulhekîm Erwasî, navê xwe Handan e, bi birayê serokkomarê Tirkiyêyê yê berê Tugut Ozal re zewiciye, û wisa diyar dibe ku tora neqşebendiyan toreke pirr bi şax e.

Di daxuyaniya xwe ya Kanûna 2019´an de, neviyê “neslê Haşimiyan” Abdulahat Arvas gef li nişteciyên Wanê xwarin, heger AKPê bi ser nekeve “dê çeteyên çekdar kolanan kontrol bikin û ti kes êdî nikare di ewlehiyê de bimîne” (wî niştimanperwerên Kurd weke çete bi nav kirin). HDPê di hilbijartinên 31´ê Adarê de şaredariya Wanê qezenc kir bi rêjeya ji sedî 53´yê dengan, lê malbata Erwasî xwe ji wan hilbijartinan dûr nehişt, ku Mekî Arvas bû namzetê şaredariya Muksê ji bo AKP´ê û ji sedî 65´ê dengan anî.

Weke rêbazeke ewlekariya dewleta Tirk

Siyaseta Tirkirinê bi rêya “neslê Haşimiyan” ne tenê li ser malbatan hat kirin, weke ku Erwasî wisa kirin, lê bo kesan jî hate kirin. Weke mînak, Seîdê Newresî, yê ku qet negotiye ez ji neslê Haşimiyan yan Huseyniyan im, tenê digot, ez ji malbateke normal im, lê du kes ji hevalên wî yên nêzîk, Salih Ozcan û Muhyedîn Yorutun bo Necmedîn Şahîner axivîn û wan got, Newresî carekê ji wan re eşkere kiriye û gotiye, “Ez jî ji regeza şerîf im”, ev tê wateya ku ew ji neslê pêxember Mihemed e. Ozcan nasnameya Newresî ya Kurdî înkar dikir û wisa îdîa kir, “Şêxê Newresî ji min re gotiye, diya min ji neslê Huseyin lawê Elî Ibn Talib e, û bavê min ji neslê Hesen lawê Elî ye”.

Kolandina bo çêkirina neslên derew, weke ku di rewşa Newresî de hate kirin, û bikaranîna vî tiştî bo xizmeta siyaseta Tirkkirinê bike, ne tenê ji bo armancine çandî-lêkolînî hatine kirin, lê bi biryareke ewlehiyê ew kiryar dihate kirin. Dewleta Tirk li ser çanda ewlekariyê û zêhniyeta muxaberatan ava bûye. Dewleteke ku felsefeya wê li ser bingeha Tirkkirina hemû netewan rabûye, û gelek zanyarên civakî û siyasî di vê rêyê de xistine kar. Lewma, ne tiştekî dûr e ji vê zêhniyetê ku hin nivîskar ên hevdemên kesayetiyên Kurd ên navdar li ser çelexwarîkirina mîras û nasnameyên wan kesayetiyan bixebitin, bi rêya çêkirina regezine derew ji wan re da wan tevlî neteweya Tirk bikin û rê li pêşiya raperînekê ji hêla neviyên wan ve bigirin, wisa ewlekariya Tirkiyeyê dixebitî û ev tişt ji xwe re kiribû armanc.

“Regeza Şerîf” weke amûra Tirkkirinê

Bo nimûne, malpera rojnameya “Daily Sabah” a Tirkî gotarek Ekrem Ekîncî di Hezîrana 2017´an de bi navê “Bibîranînên Remezanê ji tekeya Kaşxerî li Stenbolê” belav kiribû, tê de dinivîsî: “Helbet ev bibîranîna Remezanê ya tekeya Kaşxerî ya tekane ye. Li devereke dûr, Şêx Ebdulhekîm El-Erwasî, yê ji neslê Ehl El-Beyt e (neslê Pêxember Mihemed) ku di warê zaniyariyê de dixebitî, neçar bû ku ji warê xwe der bikeve, di bin dagirkeriya Rûsî de, û sala 1919´an hate Stenbolê, û li wir Sultan ew kire birêvebirê tekeya Kaşxerî û tê de bi cih bû”.

Di vê gotarê de, nivîskarê Tirk israr dike ku Şêx ji neslê Ehl El-Beyt e, da regeza Erebî ya Şêxê Erwasî di hişê xwendevanan de bi cih bike.

Zêhniyeta Tirkî û bikaranîna hemû derfetan ji bo “lihevkirina ummetê” pêk bihêne, dihêle ku pirsek bête bîra xwendevanên jiyannameya Huseyîn Hilmî Işik , yê ku bi salan li gel Şêx Ebdulhekîm El-Erwasî bû, ev pirs dibêje: Gelo çûyîna Hilmî bo nimêjê li mizgefta Beyazitê, di wê şevê de, û ew beriya wê demê qet neçibû, tesaduf e?

Pirsa din ew e, gelo hevdîtina Necîp Fazil bi Şêx re, li Bosforê di wê şevê de, dîsa tesaduf e?

Dibe ku wisa be, lê dewleta Tirk, bi hemû dezgehên xwe yên çandî-ewlekarî û belavbûyîna wan di jiyana çandî de, qet nahêle ku tiştên bi vî rengî weke lêhatinê bên fêmkirin.

Li vir, pirseke din li ser keviyê dihê bira mirovan, heger “Regeza Şerîf” alaveke Tirkkirinê be, gelo çima dewleta Tirk natirse ku ew kesên neslên wan guhertin, bibine Ereb, yan jî berê xwe bidine ramanyariya Erebî? Bersiva vê pirsê ne lêl e. Hebûna Cografya neteweya Erebî di Tirkiyeyê de weke ya Kurdistanê tine ye, ne jî ti dîrokeke şoreşgerî ya vê neteweyê di hundirê Tirkiyêyê de heye. Ne tenê wisa, lê her dem wê bi ya îdeolojiya dewleta Tirk kiriye, bi taybetî ku rêzeke Îslamî di mijarê de heye.

 

* Wergera ji Erebî Îmad Talatî kiriye.