Koletî çandeke. Çandeke civakî û çandeke jiyanê ye. Koletî bi ser xwe ji jiyanê re sîstemek ava dike û em bêjin ji dilê însanan bigirin heya maqeqanûn û saziyên civak bi vê çandê tê şuştin û bi vî awayî bi vê çandê ava dibe.
Di çanda koletiyê de rizgarbûn jî tirseke. Di vê çandê de tirsa herî mezin rizgarî ye. Hem ji bo zordest, hem jî ji bo koleyan ev heman tişt e: Di vê çandê de herkes ji azadiyê ditirse.
Koletî riheke. Rihekî tirsonek e. Civakên ku xwedî sîstemên koletî ne, di heman demê de rihê koletî jî di nav xwe de wekî nirxekî 'bi rûmet' giran kirine. Ew rih, di nav însanan de xwedî hêzeke mezin e. Ew rih ji tirsonektiya însanan hêz digire û bi hêza xwe di nav civakê de belav dibe û siya xwe dide civakê. Kesekî cuda namîne ku ji siya vî rihê xwe biparêze. Fikirandina cuda wenda dibe û kesek jî ji tirsonektiya xwe şerm nake. Kesek nabêje; "ez tirsonek im, ji ber vê koletî dev ji min bernade." Na... Wisa nafikire. Lê ne bi înkarî, tu kesek tirsonektiya xwe hîs nake, nabîne, fêm nake... Ne bi quretî, her kes bi dil û can tirsonektiya xwe dijî û nikare di hişê xwe de zelal bike. Ji xwe sîstemên koletî fêm kirin bê hêz dixe û fêrbûnê jî diçilmisîne. Di vê sîstemê de fêrî, wate, lêkolîn, kûrfikirîn, bi lez dûr direve û dûrî însanan diçe. Wê demê zordestî di nav jiyanê de wekî hewayeke normal ba dide, bê şik û bê guman weke amureke jiyanê, tev jiyana însan dirije û dimeşe.
Sîstem û kewneşopiya Tirkiyeyê jî heman wisa ye. Çepê Tirk jî, oldarên Tirk jî, xort û ciwanên ku di nav çanda Tirkiyeyê de rih girtine wan jî, tevger û saziyên siyasî yên Tirk jî, hemû xwedî hêz bûn. Hêzên wan hebûn, fikir û çekên wan hebûn, xwedî dezgeh û komar bûn jî, lê ji azadiyê ditirsiyan. Ji ber tirsê jî şoreşa Tirkiyeyê tu carî pêk nehat. Pêk nehat, ji ber ku li aliyê fedakariyê her kes fedakar bû, lê rêveberiya şoreşa Tirkiyeyê ji 1863 heya naha tu serkeftinek bidest nexist. Tevgera Tirk ditirsiya ku "gava me sîstema qapîtalist xera kir, emê çi bikin?"... Ji ber vê jî serkeftinek pêk nehat.
Cudabûna tevgera Kurd, -xêncî taybetiya xwe ya din- heman mijarê ve girêdayî ye. Tevgera Kurd riyeke cuda girt. Li gorî hewcetiya vê riyê bi zanebûn tevgeriya, heya niha çalakiya xwe bi zanebûn meşand, hîn jî dimeşîne.
Cudabûna tevgera Kurd ew e ku armanca xwe zelal e, ji rizgariyê natirse, sazî û dezgehên xwe jî bi vê hewcetiyê ava dike. Nivîskara bi nav û deng a Spanyolî Friere, di pirtûka xwe ya bi navê "Pedagojiya Bindestan" de dibêje; "Tirsê herî xirab, ji azadiyê tirsîn e."
Em îro dinêrin dewleta Tirk, gundên Kurdan şewitandin, gelê Kurd binçav kir, kuşt, îşkence kir, avêt girtîgehan, lîstikên herî qirêj li ser gelê Kurd leyist, lê hêzê wê têr nekir ku destê tevgera Kurd bişkenîne. Ji ber ku tevger û civaka Kurd xwe ji vê merhaleyê xilas kiribû, xwe ji tirsê xilas kiribû û gaveke mezin ve ji tirsê derbas bûbû. Gava gelek bi vê mijarê ve girêdayî tirsa xwe bikuje, tu car nayê xwarê. Lewma dewleta Tirk bi hêzên leşkerî, hêzên polês, hêzên siyasî, hêzên darêzgerî û hwd. bi kîjan hêzê ve hate ser Kurdan, tu carî serkeftinek nedît. Nikare bibîne jî...
Ji ber ku gelê Kurd tirsa ji azadiyê di nava xwe de kuştiye, ji ber vê tirsên din jî nikarin bikevin dilê Kurd.
Tirsa azadiyê