Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) û Platforma Şaxên KESK’ê yên Amedê jî di nav de gelek rêxistinên civakî yên sivîl ji bo ku êrişên li Nisêbîn, Şirnex û Roboskê di cih de lêkolîn bikin, bi heyetekê çûn Mêrdînê.
Heyeta ku ji 30 kesan pêk tê li taxa Girherîn a Artukluyê kom bû û ber bi Nisêbînê ve da rê. Li Girherînê nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Mêrdînê û parlamentera HDP’ê Gulser Yildirim re hatin cem hev û berê xwe dan Nisêbînê. Lê heyet li ser rêya Artuklu-Qoser-Nisêbînê hate astengkirin. Heyet bi barîkatên polîs û leşkeran hat rawestandin. Di encama hevdîtinan de heyetê xwest ji bo lêkolînan derbasî Nisêbînê bibe lê bi hinceta destûra walîtiyê tuneye, hat estengkirin. Heyet ji ber ku destûr nehat dayîn derbasî Nisêbînê bibe li ber barîkatê daxuyanî da. Li ser navê heyetê Endamê Dîwana Serokatiyê ya KCD’ê Mûsa Farîsogullari axivî û got: “Em dizanin ku fermana vê astengî ji Qesrê tê. Ligel ku YPS’ê daxuyaniya ji Nisêbînê vekişiyaye daye jî hefteyek zêdetir e ku tax tên bombebarankirin. Em ji bo ku vê di cih de lêkolin, bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re hatin vê derê.”
Farisogullari da zanîn ku piştî Nisêbînê navnîşana wan a duyemîn gundê Roboskê ye ku piştî qatliama 2011’an beriya çend rojan dîsa rastî êrişê hat û ji wir jî wê biçin Şirnexê. Farisogullari rêveberê DBP’ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê rojên borî hate binçavkirin lê binçavkirina wî nayê qebûlkirin bi bîr xist û got, rewşa Kulter hê jî ji aliyê rayedaran ve tê înkarkirin, fikara wan ew e ku mumkin e ku Kulter hatibe qetilkirin. Farisogullari got, armanca me ew e ku dengê Nisêbîn, Şirnex û Roboskê bigihînin raya giştî.
Ji bo meşa Nisêbînê bangawazî
Parlamentera HDP’ê Gulser Yildirim jî anî ziman ku ew ê careke din bi gelê Mêrdînê re ji bo şikandina dorpêça li Nisêbînê bimeşin û bang li her kesî kir da ku beşdarî meşa sibe bibin.
Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê derket holê dîmenên hatine kişandin mîzansen in û hat zanîn ku îşkence li sivîlan hatiye kirin. Pştî ku sivîl ji taxê derketin ji aliyê tîmên taybet ve hatin derbkirin û rastî îşkenceyên giran hatin. Piştî wan dîmeman ku di wan de ava fekî, av û kek tê dayîn, bi gotina “Hûn bixêr hatin dojehê” dest bi îşkenceyê kirine.
Welatiyan diyar kir ku bi zorê îfade bi wan dane îmzekirin piştî êrişên tîman ji bo rapora tenduristiyê ew birine nexweşxaneşê li vir jî rastî heqaretên xebatkarên tenduristiyê hatine. Di dîmenan de jibilî çend birîndaran şopên derbê tuneye lê piştî binçavkirinê di tilî, pî, mil û serê hemûyan de cihên ku şikestine û di bedena wan de jî ji ber îşkenceyê şopên derban hene. Ji zarokên hatin binçavkirin H.A. jî hate zanîn ku tiliyên wî ji aliyê polîsan ve hatine şikandin û rastî heqeretê hatiye.
Endamê Koma Sê Bira Erkan Benlî yê ku di dîmenan de tê dîtin rastî îşkenceyê hatiye jî di bin çavan de îşkence lê hatiye kirin. Di îşkenceyê de strana “Olurum Turkiyem” pê dane guhdarîkirin û xwestine vê stranê bibêje, dîsa tiliyên wî hatine şikandin.
Depoyan dişewitînin
Li Şirnexê li hemberî daxwaza xwerêveberiya gel êrişên qirkirinê yên di bin navê “qedexeya derketina derve” de 14’ê Adarê dest pê kirin, didome.
Di roja 80’mîn de jî bi obusan avahî tên rûxandin. Danê sibehê bi obusan taxên Yenî û Bahçelîevlerê hatin bombebarankirin. Piştî bombebaranê jî avahî yeko yeko ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin gulebarankirin û bi vê re tîmên taybet agir bi avahiyan xist.
Her wiha li taxên Gazîpaşa, Aydinlikevler, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê jî agir bi gelek avahiyan xistin. Danê sibehê jî agir berdan baxçe û rezên li hawirdora Taxa Yeniyê. Li gel vê, depoyên êzing û erzaq ên li baxçeyan jî yeko yeko hatin şewitandin. Bi vê re agir belav bû û şewat hîn jî didome. Her wiha li bajêr liv û tevgera Heronan jî bênavber didome.
DÎHA/MÊRDÎN