Jinên Pirsûsî, ji hinarên bi nav û deng ên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin. Herçiqasî çêkirina tirşa hinaran zehmet e jî ji ber ku ji bo li dijî kolestrol û înfeksîyonên grîbê baş e, ev zehmetiya hanê jî zêde li ber çavan xuya nake.

Salîha Polat a tirşa hinaran çêdike, wiha behsa vî karî dike: Divê libên hinarê pir paqij bin. Naxwe wê tahma tirşiyê tahl be. Piştî paqijkirinê, em libên hinaran dixin kîsan û dieciqînin. Paşê, ev ava hanê nîv saetê tê sekinandin. Piştre bi qasî 3 saetan li ser agir tê kelandin. Her ku dikele kefa li ser tê girtin. Paşê em ji ser agir radikin û şevekê didin sekinandin. Piştî şevekê tirşa hinaran çêdibe.”

Polat anî ziman ku tirşa wan ne weke ya marketan e û got,”Tirşa hinaran a li marketan li ber xwe nade, ji ber ku ne xwezayî ye. Divê her kes tirşa hinaran a organîk bi kar bîne.”

Em jî gotina xwe li vê zêde bikin, heger hûn tirşa hinaran ji marketan bikirin, hûn bacê didin dewleta Tirk a ku bi wê bacê Kurdistanê dagir dike, şaredariyan dagir dike, siyasetvan, rojnamevanên diavêje hepsan. Ne tenê hinar, ya baş ew e li Kurdistanê bi qasî hûn dikarin, ji rez, werz û baxçeyên dewrûbera xwe û ne ji marketan tiştan bikirin.

 

RIHA