Tirsa ji lîsteya 120’ê
Namzetên lîsteya 120 li deverên ku PDK desthilatdar e, rastî êrişên hovanê tên. Piştî êrîşa li Dihokê li dijî Kamiran Berwarî pêr jî li Hewlêrê namzetê lîsteya 120 yê Nifşê Nû ku li parêzgehê serokê lîsteyê ye, Rabûn Mehrûf, rastî êrişê hat. Tevgera Azadî êriş şermezar kir û got; “Em êrişa li dijî serokê lîsteya 120 yê Nifşê Nû li Hewlêrê, Rabûn Mehruf, şermezar dikin û şîfayê jê re dixwazin. Em vê êrişê weke êrişeke li hemberî daxwazên gelê xwe dizanin. Êriş ji ber tirsa ji lîsteya 120 e. Ev desthilata ne demokratîk 27 sal in ji derveyî siyaseta teslîmkirin û dagirkirina Kurdistanê, gendelî, hewldana ji bo hêzeke çete ya êrişkar, lêdan, tirsandin û terorkirina rojnamevanan tiştekî din di bername û plana wê de nehatiye dîtin û tiştekî din nekiriye."