
Dozger der barê Endamê Kurd PEN’ê û Komeleya Nivîskarên Kurd Hasip Yanliç de îdîaname amade kir û îdîa kir ku bi sirûda Ey Reqîb a helbestvanê kurd Dildar a sala 1938´an nivîsandî, propaganda PKK’ê kiriye. Endamê Komeleya Nivîskarên Kurd û PEN’a Kurd, nivîskar û hîndekarê ziman, Hasîp Yanliç, bi îdîaya di Akademiya Siyasetê (EDEV) ya BDP’ê de ders daye 4’ê Tîrmeha 2017´an hat binçavkirin û 12 Tîrmehê jî hat girtin. Serdozgerê Komarê yê deweleta Tirk a dagirker ê li Amedê der barê nivîskar Hasip Yanliç de îdîaname amade kir. Îdîaname ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Dozger îdianameyeke ji 68 rûpelan amade kiriye û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” der bare Yanliç de ji 7,5 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Dozger di îdîanameyê de bêhtir cih da daxuyaniyên hevdîtinê di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parêzerên wî yên der barê akademiyên siyasetê de. Dozger dîsa cih da daxuyaniyên rêveberiya KCK’ê.
Dozger dadgeha bilind bi pîvazekî jî nehesiban
Endamê Komisyona Perwerdehiyê ya DBP’ê ku hat girtin Engîn Demîr, bi hinceta di Akademiya Siyasetê de ders dabû, sala 2012’an li Amedê hatibû girtin. Engîn Demîr, li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) îtîraz kiribû. Dadgehê 17‘ê Kanûna 2015’ander barê Demir ê 2 sal û 2 mehan girtî mayî de biryar da ku mafê Demir li gorî xala 19’an a Qanûna Bingehîn hatiye binpêkirin. Dadgehê anî ziman ku “Mafê ewlehî û azadiya kes hatiye binpêkirin.” AYM´yê mafê siyaseta demokratîk yek ji mafê kesan ê jêveneger nirxand. Tevî vê biryara AYM’ê û rêziknameya BDP’ê ku dadgeha bilind ere kiriye jî, dozger xebatên Akademiya Siyasetê ya BDP’ê wekî avakirina di bin banê KCK/TM´ê de qebûl kir.
Her tişta Kurd li dijî qanûnê ye
Dozger der barê Yanliç de her tişta Kurdî weke dij-qanûnî nirxnad. Ji ber ku Yanliç, li avahiya KCD’ê beşdarî dersên Kurdî bûye û hatiye guhdarêkirin û Serpêhatiya Kawayê Hesinkar û Zerdeşt bi şagirtên xwe re parve kiriye, dozgerê dewleta dagirker sûcekî mezin dîtiye. Ji ber gotina çîrokên Kurdî Yanliç wekî endamê “KCK/TM” hat pênasekirin. Dîsa axaftinên telefonê yên wekî “Tu îro têyî Kurdî-Der’ê” û “Ez li Kurdî-Derê mamosteyê Kurdî me” wekî delîlên sûc hatine dîtin. Dozgerê dewleta dagirker a Tirk dibêje, Yanliç endamê Kurdî-Der a bi KHK’ê girtî ye û di EDEV’ê de dersên Kurdî dane; helbet dersê Kurdî jî EDEV jî li gorî dozgerê haya wî ji bayê felekê nîne, dijqanûnî ne.
Ey Reqîb sirûda PKK´ê ye
Dozger, dîsa îdîa kir bi gotina Ey Reqîb a helbestvanê Kurd Dildar (Yunis Rauf) ku 1938´an hatiye nivisandin, Yanliç propaganda PKK’ê kiriye.
Dozger ê ku êdî benda xwe teqand, pêşgotina bi Kurdî jî wekî sûc hesiband. Dozger pêşgotina pirtûka muhasebeyê ya “Jimaryariya Giştî” jî sûc dît.
Yanliç, ji wezareta perwerdeyî ya Tirk di salên 2004-2005’an de sertifîka wergirt û li Kurdî-Derê li ser gramer û rêzimana Kurdî ders didan.
Dadgehê biryar da ku rûniştina doza Yanliç 16’ê Cotmeha 2017’an li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk bê.
AMED