Koordînasyona Heskîfê ji bo beşdariya çalak a li ‘Roja ji bo Heskîfê tiştekî bike, xêz bike, bêje’ bang kir.
Dewleta Tirk bi Bendava Ilisu (ya nîzî Germava Hezexê) bajarê 12 hezar salî yê çand û dîroka mirovahiyê yanî Heskîfê di bin avê de bihêle.
Çûn û jêvegera Heskîfê wê 8’ê Cotmehê bê qedexekirin û dor li navçeyê wê bê girtin.
Koordinasyona Heskifê, Roja 14’ê Îlonê wekî roja çalakiyan ragihand. Koordînasyonê ji bo “Roja Çalakiyan a Ji bo Heskifê Tiştekî bike-Bêje-Xêzbike” bang li her kesî kir ku ji bo Heskifê tiştekî bikin.
Koordinasyonê anî ziman ku Heskîf di ser hemû nasnameyan re ye û got, “Teqez ji bo Heskifê tiştekî em bikin heye. Her kes dikare li cihê xwe ji bo Heskifê tiştekî bike. Divê her kes ji bo Heskifê xwe tev bide.”
AMED