Xaltiya Xedra û Xalê Mûsa di hundirûyê kavilê aşekî avê de li ber lodeke titûnê rûniştibûn. Pelên baş û nebaş ji hevdû vediqetandin, dema me ji reş de dabû devê derî. Xaltiya Xedra destê xwe hilda, tiliya xwe bi Xalê Mûsa ve kir “Wextê wî ez xwestim dayika min ez kişandin quncikekê, ji bo his neçe kesekî çarika xwe kêşa ber devê xwe, xwe bi ser min de xûz kir, devê xwe kire ber guhê min “em te bidin kurmamê te Mûsa.” 

Nizanim çima lê destegul min gotibû ‘na’ lê peyva min pere nekiribû û ez dam.” 

Xalê Mûsa di kêleka xaltiya Xedra de peliyên navoşk û peliyên serik ên titûnê ji nav loda titûnê ya li ber wan komkirî bi giranî ji hev dikir. Xaltiya Xedra dema qala xwestina xwe kiribû Xalê Mûsa bê deng di ber xwe de bi kirkirîn dibişirî. Gava Xaltiya Xedra gotibû “lê peyva min pere nekiribû û ez dam” Xalê Mûsa serê xwe rakir, di nava roniya zenûn a hundirûyê aşê xirabe de ku bi zorê me roniya bîbikên çavên hev ditefsiland, li min nihêrî. Peliyekî sor ê serik di dest de. “Beriya min bi yekî din re erê kiribûn Xedra. Dema min bihîst keçmama min bi yekî din re erê kirine min hew ber xwe dît û ji eyarê xwe derketim. Esra teng bû. Wek dînekî ji aqilketî min nedizanî ez çi bikim. Li vî alî û li wî alî diketim. Di navbera çem û gund de bê wate diçûm û dihatim. Roj qulipt, reş kete erdê lê wekî agir bûm hê. Bezîm odeya ku salaweqat tiving lê. Tivinga bavê xwe ku her tim bi pîjekî ve daliqandî bû hilgirt, tevirkî kire dest û rast berê xwe da taxa mala mamê xwe. Lê ez neçûm mala mamê xwe. Çûm mala cîraneke wan. Bi jina cîranê re xeber rêyî mamê xwe kir. “Ez di rêya keçmama xwe de me, keçmama xwe bi dev kesî ve bernadim, welew ku ez di oxira wê de bêm kuştin an jî bibim kujerê hin kesan.” 

Ya herî girîng min ji jina cîran re wiha tembî kiribû; “bêje mala mamê min bê Mûsa tevî darê tivingê hatibû.” 

Xalê Mûsa peliyê serik yê ku li ber roniya êvarê wek çîkekî zêr lê hatibû, danî ser loda peliyên serik ê li kêleka xwe. Hinekî rawesta Mûsa, paşê “Min nexwestibû tevî darê tivingê bidim devê deriyê mala mamê xwe, em mam û kurmamê hev bûn, kêmasiya mamê min kêmasiya min bû, lewra çûbûm mala cîranên mamê xwe.” 

Xalê Mûsa destê xwe avête cigareya devê xwe ku di dev de bûbû qunik, mizeke tûj lê da, paşê virkî avêt derve û ji dera mayî dîsa gotina xwe domand. “Haya dê û bavê min ji vê ya min kirî, tune bû. Piştî bihîstin û deng bi gund ket pismamên me ketin navbera me û Xedra dane min. Wek cezayek bi qelenekî giran dane milê me ku bi salan em ji bin derneketibûn.” 

Xalê Mûsa dema gotibû “Xedra dane min” destê xwe bi xaltiya Xedra ve kir, bi keviya lêvan li rûyê wê bişirîbû. Xaltiya Xedra jî berê xwe da xalê Mûsa û bi rûçikekî fediyok li rûyê wî bişirîbû.