
Eşîra Etmanka bi bazirganiya di navbera Amed-Mûsil-Bexdayê de mijûl dibû. Bêhtir jî bazirganiya xwê dikir. Dema li herêma Reşkotan a Bişeriyê ji bo bêhnvedanê radiwestin di navbera wan û Filîtê Quto yê pêşengê eşîra Reşkotan de nakokî derdikeve.
Sedema nanokiyê jî li gor hin versiyonan ew e ku biraziyê Mamê Emê Etmankî, Eliyê Emê li ser kaniyê dergistiya Filît, Şêrînê dibînê û pê re elaqedar dibe. Filît vê yekê dibihîse û di navbera wî û Mamê Emê Etmankî de şerekî devkî pêk tê û karwan bi rêya xwe ve diçe.
Filîtê Quto dema piştî çûyina karwan biryara tolhildanê dide û li benda vegera wan disekine. Dayika Filîtê Quto, Şemê xwe diavêjê tar û bextê lawê xwe da neçe rêya karwên nebire, lê Filît li wê guhdarî nake.
Stran di destpêkê de bi hewldanên Şemê ku dixwaze Filît îqna bike da ku neçe pêşiya karwên, dest pê dike:
Şemê digo, Filîto lawo
Li me hatî karwanê xwêyo
Daniye li Kaniya Badereşê ser avêyo
Dibê, Filîtê Quto gelo digere li xirabiyê
Şemê digo, Filîto lawo neçe pêşiya vî terş û tarişan
De terş û talişî gune ne, çavê jin û zarê wana qerimî ne, wa li rêyo Şemê rebenê
Piştî Karwan ji Mûsilê vedigere Filît bi tena serê xwe li Kaniya Badereşê rêya karwên dibire. Diyar e Mamê Emê Etmankî mirovekî têgihiştî ye û hesab kiriye ku wê Filît rêya wan bibire. Lewra bi xwuyakirina Filîtê Quto a li ser rêya wan. Yekser fermana qulibandina baran, ji xwe re kirina çeper û ketina pozisyona şer dide. Mamê Emê Etmankî jê re wiha dibêje:
Mamê Emê Etmankî bi sê denga dikir gazî
Li xulam û xizmetkara digo, bavê kî no
Hûnê bara biqelêbin bikevine berê
Minê rojekê dua dikir
Serê min û Filîtê Quto kurê Şemê
Li Panava Qîre dîsa di hev de derê
Paşê jî stran vediguhere diyaloga di navbera Mamê Emê Etmankî û Filîtê Quto de. Filît destpêkê ji ber ku di nava axa wî re derbas bûne, daxwaza bacê ji wan dike. Hêstira pêşî û ya paşî tevî barê wan dixwaze. Mamê Emê Etmankî jî vê yekê qebûl dike, lê belê bi şêwazekî ku Filît rencîde bike û wiha bangî xulaman dike:
Gelo gelî xulaman hûnê hêstira pêşî
Hêstira paşî bidine Filîtê Quto
Bila bibe qelenê diya xwe ye Şemikê lo
Lê belê mebesta wî ne bac e. Tivinga li milê Mamê Etmankî ya bi navû deng Tivinga Bazinbelek e. Filîtê Quto ji bo tola xwe hilînê doza tifîngê dike. Di çanda Kurdan de jî çek mîna namûsê tê hesibandin û ne mumkin e ev yek were qebûl kirin.
Di encamê de Mamê Emê Etmankî yê temen mezin û xwedî tecrûbe, fêm dike ku mebesta Filîtê Quto ew e ku wan bêrûmet bike û derfetê bi kar tîne û Filît bi Tivinga Bazinbelek dikûje.
Li ser vê yekê eşîra Reşkotan diçe hewarê û şerekî giran diqewime û çend rojan didome. Mamê Emê Etmankî, biraziyê wî Eliyê Memê jî di nav de, ji 55 kesên Eşîra Etmankî 52 di şer de têne kuştin. Di hin versiyonan de tê gotin ku Memê Emê Etmankî jî ji şer sax difilite. 3 kesên difilitin xwe di bin cesedan de vedişêrin. Dijiminatiya di navbera Etmankiyan û Reşkotan de demeke dirêj didome û di dawiyê de bi navbeynkariya eşîrên mezin ên herêmê lihevhatin pêk tê.
Tevî lawê wê kuştiye jî Şemê dîsa mafê lehengiyê yê Mamê Emê Etmankî disipêriyê û pesnê wî dide. Yanî pesindayina dijminên xwe di destan û stanên Kurdî de gelek caran mirov li rasta wê tê. Ev jî rêzgitrina di nava civaka Kurd de nîşan dide.
Şemê digo Filîto lawo
Karwan temam dibên em karwanî ne
Bila ji Mamê Emê Etmankî pêştir
Ji karwan û bazirgana
Li welat û şaristana negerîne
Îro derbekê dayê
Li bejn û bala Filîtê Quto
Li bavê Hesenî tal e
Û ka mêra ji mala wana ditepîne, lê Şemê rebenê