
Tiyatro Agon ku ji şanogerên dildar pêk tê, dê perdeya xwe bi 3 lîstikên nû veke.
Li Mêrsînê komek şanoger ji bo hunerê alternatîf hatin cem hev û bi şîaara “Hunerê Alternatîf” koma şanoyê Tiyatro Agon ava kirin. Tiyatro Agon bi lîstikên Halktan bîrî (Kesek ji nava gel), Buyuk Saygi (Hurmeta mezin) û Zengînîn Mutfaği (Pêjgeha yê Dewlend) perdeyên xwe li şanohezaran vedike. Serokê Komeleya Şanogerên Mêrsînê û Gerinendeyê Hunerî yê Tiyatro Agon, Salih Yildirim diyar kir ku her sal bi lîstikên nû perdeya şanoyê li şanolezaran vedikin û îsal jî lîstikên ku li atolyeyên xwe amade kirine, ew ê perdeyên xwe vekin. Yildirim, anî ziman ku her salê 1-2 lîstikan bi xwe li atolyeyên xwe amade dikin û wiha peyivî: “Armanca me ew e, em dixwazin kalîteya temaşevanên şanoyê dewlemend bikin û hem jî dixwazin tiştekî nû, erkeke nû li hunermend bar bikin.”
MA / MÊRSÎN