Nûçenivîsa rojnameyê Inga Rugg ya ji Stembolê agahiyan dide, bi bîr dixe ku yekem car e ku Kurd li ser navê xwe weke partî dikevin parlemanê û bi vî awayî demokrasiya Tirkiyê xurt dikin. Li gorî Rugg bi astengkirina pîlanên serokatiyê yîn Erdogan HDP´ê siyaseta Tirkiyeyê serûbinî hev kiriye. 

Rojnamevan Rugg pîrozbahiyên Kurdan li Tirkiyê, Sûriye, Irak û Îranê bi bîr dixe û li ser vê mijarê cîh dide peyama bireveberê YNK´ê Behram Salih yê ku dibêje, "Dema Kurdan hat, ewên ku nasnameya wan li wan hatî qedexekirin bûne aktorekî siyasî li Tirkiyeyê". Rojnamevanê cîh daye nirxandina Kawa Hassan di biwara serkeftina HDP´ê di hilbijartinan de. Doçentê demî li zanîngeha Carnegie Middle East Center li Den Haagê, Kawa Hassan serketina HDP´ê weke tofaneke siyasî bi nav dike. 

Rojnamevana swîsrî Inga Rugg bi bîr dixe ku dengê AKP´ê li Amedê ji % 34´an daketiye % 14´an, li Agirî ji % 45´an daketiye % 16´an, nexasim li Şirneq û Çolemêrgê daketiye % 10´an. Nûçevanê di gotarê de herî dawî vê nirxandinê dike: "Kurdan hesab li Erdogan birrî ji ber siyaseta wî ya der barê serketina pêvajoya çareseriyê û ji ber bidestanîna dengên neteweperest û nijadperestan". 


 NAVENDA NÛÇEYAN