Ji ber ku ev daxwaza rayedaran rastî bertekên welatiyan û nerazîbûnê hatin, niha dixwazin karsaz û bazirganên mezin têxin navberê. Ji ber ku şaredarî, saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên herêmî tevli plana TOKÎ'yê nebûn proje hate aliqandin.
Li 3 taxên navçeya Akdenîz a Mêrsînê ku herî zêde Kurd lê dijîn Lijneya Wezaretê di çarçoveya Zagona Cemawerîbûna Lezgîn de plansaziya avahîsaziyê dabû TOKÎ'yê. Li ser vê yekê gel nerazîbûn nîşan dabû. Li aliyê din di heman çarçoveyê de li navçeya Karakoçanê jî welatiyan ji ber ku mal û mulkê wan ji aliyê TOKÎ'yê ve hate desteserkirin doz vekir û doz qezenç kirin. Li ser vê biryara mînak, Parêzera welatiyên taxên Ozgurluk Çay û Çîlekê yên Akdenîz a Mêrsînê Çîgdem Altuntaş û keyayê Taxa Ozgurlukê Îsmet Uyanik, li dijî biryara Lijneya Wezîran de doz vekirin. Pişti vekirina dozê Dadgeha Bilind biryara rawestandina Biryara Lijneya Weziran girt. Li ser biryara mînak a Karakoçanê parêzera welatiyan Prz. Çîgdem Altuntaş û keyayê taxa Ozgurlukê Îsmet Uyanik, serî li dadgeha bilind dan û di dozê de bi ser ketin. Ji ber ku plana TOKÎ'yê bi ser neket, niha dixwaze karsaz û bazirganan têxe nava vê projeyê. 


Kurd paş ve gav neavêjin
Berdevkê HDK'ê yê Mêrsînê diyar kir ku TOKÎ ji bo taxên Kurd lê dijî vala bike û Kurdan mexdûr bike serî li hemû rê û lîstikan dide. Nûnerê HDK'ê Mevlüt Tank, anî ziman ku ewê li dijî vê polîtîkayê ku tê xwestin bi zorê malan valabikin û gel bi zorê koçber bikin,  mîtîngê pêk bînin. Tank, anî ziman ku ji ber TOKÎ li hemberî biryar û têkoşîna Kurdên Mêrsînê bi ser neketin, niha dixwaze saziya îslamî ya wekî Komeleya Karmendên Pîşesaziyê ya Mêrsînê (MESİAD) wezîfedar bike û welatiyan îkna bike. Tank da zanîn ku AKP dixwaze bi rêya TOKÎ û MESÎAD'ê kurdên Mêrsînê ji Mêrsînê derxe û wan bi xwe ve girêbide. Tank, da zanîn ku gelê Kurd bi vê yekê gavan bi paşve navêje û wê heta dawî berxwedana xwe berdewam bike."

Dixwazin muxalefeta Kurdan belav bikin

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Alî Tanriverdî jî nerazîbûn nîşanî vê yekê da û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ku dengan ji Kurdan nagire niha dixwaze wan belav bike. Tanriverdî, da zanîn ku AKP dixwaze hêza li hemberî xwe ya Mêrsînê belav bike û muxalefetê perçe bike û wiha got: "Di sala 2011'an de xwest bi guhertina zagonan taxan vala bike. Lê niha dixwaze bi rêbazen cuda taxan vala bike û kurdan belav bike."
Tanriverdî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li şûna pirsgirêkan çareser bike li dijî gelê kurd polîtîkayên zulmê dimeşîne û ev yek êdî nayê qebûlkirin û wiha berdewam kir: "Ji ber ku ev proje îhlalkirina mafên mirovan e, em berê jî li hemberî vê yekê derketibûn û emê dîsa li hemberî vê yekê helwesta xwe diyar bikin.

'Gel li hemberî vê projeyê ye'

Hevseroka BDP'ê ya Mêrsînê Aynur Aşan jî nerazîbûna xwe ya li hemberî vê projeyê anî ziman û wiha got: "Ji sedî 95'ê gel li hemberî vê projeyê ye. Ji ber ku wê mafê wan bê binpêkirin. Kurd carekê ji cih û warê xwe koç bûne û bi zorê li vir bi cih û war bûne. lê ji ber ku ev 3 tax bi ser perav û tengavê ve girêdayî ne, hikûmetê çavê xwe berdaye taxên Kurdan. Ji ber ku bi rêya TOKÎ'yê nekarîbû vala bike niha dixwaze bi rêya MESİAD'ê vala bike. Di anketa şaredarî û saziyên sivîl de derket holê ku ji sedî 95'ê gel li dijî projeya TOKÎ'yê ye. Hikûmet niha jî dixwaze MESÎAD'ê bike maşik. Em bang li MESÎAD'ê dikin û em dibêjin neyê lîstikê. Em dibêjin keda mirovên me yên xizan û jar binpê nekin. Em dibêjin mirovên me yên rastî hezaran êş û jar hatine û koçber bûne bila dîsa carek din ji warê xwe koçber nebin."
Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk, jî anî ziman ku ev proje ne li gorî berjewendiyên gel e û wê destûrê nedin vê projeyê.

DÎHA/MÊRSÎN