KCK’ê destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê bi bomberkirina jiyangehên sivîlan a bi tank, topan sûcê mirovahiyê û sûcê şer dike. Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hat gotin: “Mînaka wê ya herî berçav li Cizîrê, di wan avahiyan de ku bi tank, topan hilweşandî qetilkirina mirovên birîndar e. Li gor agahiyên ne zelal, li gel deh ciwanên heta guleya xwe ya dawî li ber xwe dayî, bi dehan birîndar hatine qetilkirin. Em mirovên bi berxwedanê, bi lehengî şehîd ketine û yên bi birîndarî hatine qetilkirin bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.
‘Gelê Kurd wê hesab bipirse’
KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk polîtîkayên qirkirinê di serî de li ser rêberên Kurd pêk aniye, wiha dewam kir: “Li ser vî esasî, di salvegera komploya navneteweyî de pêkanîna van qetlîaman, encama polîtîkayên qirkirinê yên li ser rêberê gelê Kurd û gel bi xwe ye. Gelê Kurd di salvegera komploya navneteweyî de zilm û qetlîama bi zîhniyeta qirker a AKP’ê li Cizîrê pêk aniye wê ti carî ji bîr neke û hesabê wê teqez bipirse.”
KCK’ê got, AKP bi vê yekê desthilatiya xwe bi xwe bombe dike û weha dewam kir: “Bi qetilkirina birîndaran dawî li desthilatiya xwe aniye. Piştî bajarên Kurdan bêyî jihevderxistina jin, zarok, kal, ciwan, çekdar-sivîl bi bombekirinê sûcê mirovahiyê pêk anî, êdî ne mimkûn e ku ew desthilatî bimîne. … Di rewşa heyî de yan wê heta dawiyê li dijî Kurdan polîtîkaya şer bidin ber çavên xwe yan jî yên demokratîkkirina Tirkiyeyê dixwazin bi têkoşînê ji vê polîtîkayê re bibêjin bes e."
‘Berxwedanê xurt bikin’
Daxuniyê îşaret bi girîngiya xurt kirina têkoşîna li dijî zilma dewletê kir û weha dewam kir: "Divê ti bendewariyek tinebe ku wê desthilatiya AKP’ê ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd tiştekî erênî bike. Dijminantiya bi Rojava re, gotina, ‘şaşiya me 2003’an li Başûrê Kurdistanê kir em li Rojava nakin’, vê rastiyê pirr eşkere datîne holê. Dijminatiya bi Rojava re encama dijminantiya bi gelê li Bakurê Kurdistanê re ye. … Hikûmeta AKP’ê bi zext û zilmê ve hewl dide li dijî êrîşan gelê Kurd têxe rewşeke ku bê îrade û rûmeta wî hatibe şikandin. Di van rojên protestokirina komploya navneteweyî de divê li hemberî vê êrîşa şikandina îradeyê ya desthilatiya AKP’ê, gelê me berxwedana ku îradeya qirker û paşverû ya AKP’ê bişikîne deyne holê, li Kurdistanê û li her cihên lê jî berxwedanê xurt bike.”