EMMAR El-XELEF-DIYAR EHMO / ANHA/DÊRAZOR
Xortên êla El-Şiêtat ku DAIŞ`ê bi hezaran însanên wan kuştin, niha li Dêrazorê di refên pêşîn ên Şerê Tunekirina Terorê de li dijî DAIŞ`ê şer dikin.
Êla El-Şiêtat ji mezintirîn êlên Erebî yên li gundewarên Dêrazorê û geliyê Firatê tê hesbandin. Her wiha mezintirîn şaxên êla El-Eqîdat a Erebî ku li Sûriyeyê û li Iraqê ye. Hejmara ferdên êla El-Şiêtat li gorî serjimara sala 2006`an zêdetirî 200 hezar kes e. Welatiyên êla El-Şiêtat debara xwe ya rojane bi xwedîkirina sewalan û çandiniyê dikin.
Êla El-Şiêtat a Erebî mezintirîn êl e ku berdêla dijberiya xwe bi DAIŞ`ê re di dawiya 2013`an de dide. Welatiyên êla El-Şiêtat li dijî DAIŞ`ê zêdetirî 7 mehan li ber xwe da. Di encamê de gelek endamên êlê jiyana xwe ji dest dan. Piştre DAIŞ`ê bajarê Dêrazorê piştî berxwedaneke mezin ji aliyê welatiyên êlê ve dagir kir.
Fermana kuştina wan da
Di havîna 2015`an de çeteyên DAIŞ`ê komkujiyek der heqê welatiyên êla El-Şiêtat de pêk anî. Çeteyan fermana kuştina her welatiyek êlê ku temenê wan di ser 14 saliyê re ye û desteserkirina milkên wan û destavêtina jinan da. Di encamê de zêdetirî 3 hezar û 700 kes hatin kuştin. 700 bes di rojekê de hatin kuştin. Piraniya wan jin, zarok û kal û pîr bûn.
Bi destpêkirina pêngava dawîn a Bagera Cizîrê li dijî DAIŞ`ê re bi dehan welatiyê êla El-Şiêtat ji bo tola zarok, jin û kal û pîrên xwe hilînin tev li QSD`ê bûn û li rex şervanan di çeperên pêşîn ên pêngavê de cih digirin.