Li Tirkiyê xebatên partiyên siyasî yên ji bo hilbijartina parlamentoyê ya 7’ê Hezîranê dewam dike. Partiya desthilatdar AKP’ê kampayaya xwe bi bikaranîna hemû sazî û hêza dewletê û bi şêwazekî tirsandinê pêş dixe. Serokomar Erdogan ji Serokwezîr Ahmet Davutoglû zêdetir derdikeve pêş û ji wî zêdetir bona serkeftina AKP’ê xwêdanê dide. Him Erdogan him jî rayedarên Hikûmetê li gel provokasyonan, bi nifir û heqaretan partiya Kurdan û demokratan HDP’ê dixin hedefê.
Piştî provokasyona bi destê leşkeran a li Agiriyê hatiye kirin, vê carê jî li Adana û Mersînê di bûroyên HDP’ê de bombe hatin teqandin. Wekî ku endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken jî anî zimên; AKP û Erdogan hewldidin ku him PKK’ê bikişînin nava şer û him jî HDP’ê ji maseya hevdîtinên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, bidin revandin. Yanî dixwazin Kurdan û Tevgera Azadiyê tim û tim bi şîdet û şer bînin rojevê û bi vê yekê re xelkê bitirsînin û ji wan dûr bixin.
Ev demek e, ev îmaja ku di raya giştî ya Tirk a di derheqê Kurdan de hatibû afirandin êdî belav dibe û HDP di nava xelkê Tirk de jî bandora xwe zêde dike. Li hinda vê yekê; Kurdên li bakur û rojavayê Çemê Firatê dijîn jî ev demek e piştgiriya xwe bi HDP’ê re nîşan didin. Ev cara yekê ye ku li herêmê mîtîngên ewqas girseyî tên lidarxistin. Ji xwe mîtîngên HDP’ê yên li navendên vê herêmê, bi aşkereyî nîşan dide, ku Kurdên herêmê, bi taybetî jî Kurdên Elewî ji partiyên rejîmê qut dibin û berê xwe didin HDP’ê û rastiya xwe ya civakî. Mirov dikane dîmenên hefteya çûyî yên li Dîlok, Semsûr, Bazarcix a Mereşê û Meletiyê pêkhatin, wek nîşaneya şoreşeke civakî jî binirxîne...
Kurdên herêmê, bi taybetî jî yên Elewî ji avabûna Komara Tirk vir de bi hemû polîtîkayên dewletê yên qirkirin û asîmîlasyonê re rû bi rû man. Bi qirkirinên li Koçgirî (1921), Dêrsim (1937-38), Elbistan û Meletî (1967-68), Mereş (1978) û Sêwasê (1993) hatin kuştin û ên mayî jî bi polîtîkayên asîmîlasyon û sirgûnkirinê ji ziman, çand, nirxên civakî, war û welatên xwe hatin dûrxistin. Paşê jî li metropolên Tirkiyê û seranserê cîhanê belav bûn...
Bi polîtîkayên serdestan, pêwendiya Kurdên vê herêmê bi nasnameya Kurdî re jî hate lewazkirin û ew li dû partiyên rejîma înkarker hatin kaşkirin. Ji ber vê rastiyê; dîmenên di mîtîngên li van bajaran de derketiye hole, mirov nikane wek dîmenên rewşeke asayî binirxîne. Bi hezaran keç û xortên ji herêmê, di têkoşîna azadiyê de canê xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê; hinek bi derengî be jî; rewşa îro bi her awayî nîşaneya vegera ziman, welat û nirxên xwe yên civakî ya Kurdên vê herêmê ye. Ji xwe ev herêm ji hêla Tevgera Azadiyê ve wek ‘Tolhildan’ tê bi navkirin. Rû bi rû hatina xelkê herêmê ya bi rastiya xwe ya civakî re, bi serê xwe tole hildaneke mezin a ji serdestên ku qirkirin, sirgûnî û asîmîlasyon ji Kurdan re rewa dîtiye ye.
Helbet bandora pêşketinên li seranserê Kurdistanê jî di pêkhatina vê guhertinê de heye. Bi taybetî Şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê û li hemberî van pêşketinan, helwesta partiyên rejîmê (AKP, CHP, MHP û hwd.) pirr aşkere raxist ber çavan, ku siyaseta Tevgera Azadiyê ya Kurdî û têkoşîna wê ji xelk û civakên ji her etnîsîte û baweriyê re tekanê rêya rizgarî, azadî û jiyaneke demokratîk a bi hev re ye. Hemû siyasetên din ên kilasîk ên li herêmê li hemberî siyaseta Tevgera Azadiyê ya Kurdî bandora xwe ya li ser gelan wenda dikin.
Helbet gereke, rewşa îro mirov nexapîne. Hest û pêwendiya ku derketiye holê, divê bi sazîbûna civakî bê mayîndekirin. Kurdên Semsûr, Mereş, Meletî, Dîlok û Koçgiriyê kefenê ku serdestên Tirk li wan kirine, didirînin. Bi dehhezaran kesên ku bi coşa xwe tevlî mîtîngên HDP’ê dibin, çavê xwe bi jiyaneke nû ya Kurdewarî û demokratîk re vedikin. Ew toleyê ji zordestan hiltînin; êdî ji rastiya xwe narevin; berê xwe didin ziman, çand, civak û welatê xwe...