Belgeyeke ku li Til Rifat hate dîtin, têkiliya Hewlêr, Enqere, El-Nusra û Ehrar El-Şam radixe ber çavan. Di belgeyê de eşeke dibe ka komên êrîşî Şêxmeqsud dikin, ji ku, çawa û bi piştgiriya kê hatine.
Taxa Şêxmeqsud a Helebê ev demeke dirêj e bi êrîşên komên çekdar re di rojevê de ye. Ev taxa ku li ser bajar serwer e û heta niha bi aramiyê dihat zanîn, bibû wargeha bi deh hezaran koçberên ji taxên din ên bajar hatine. Piranî jî Kurd, ereb, tirkmen lê dijîn.
Êrîşên li ser taxê bi navber hertim hebûn, lê bi taybetî piştî agirbesta li Suriyeyê hate îlankirin, ev êrîş dijwar bûn û bênavber dom kirin.
Êrîşên dijwar roja 16’ê sibatê dest pê kirin û hîn didomin. Di van êrîşan de heta niha ji 20’an zêdetir welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. Hêzên YPG’ê jî li hemberî van êrîşan taxê diparêzin.
Hate gotin ku komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê (Itîlaf) ku ENKS jî pêkhateyek wê ye, van êrîşan pêk tînin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê di 7’ê adarê de bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kiribû ku komên çekdar ên girêdayî Opozîsyona Suriyeyê û ENKS’ê piştgiriya çeteyên El-Nusra kirine û cihê xwe di êrîşan de digirin.
Daxuyaniyên Opozîsyon û ENKS’ê
Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê, Qeter û Erebistana Siûdiyê digire û navenda wê li Stenbolê ye, dema hêzên YPG’ê hin herêmên derdora Ezazê ji komên çete rizgar kirin, ji YPG’ê xwestin ku xwe ji wan herêman vekişînin. Berpirsyarên partiya Yekîtî û PDKS’ê ku niha ENKS tenê ji van partiyan pêk tê, heman tişt gotibûn. Rêveberê Yekîtî Fûda Elîko tevlî hin telvizyonên Başûr bû û got “Bela hêzên YPG’ê xwe ji herêmên Ezazê vekişînin.”
Di heman demê de Serokê PDKS’ê yê berê Ebdulhekîm Beşar ku niha li Tirkiyeyê û wekî cîgirê Serokê Koalîsyona Sûriyeyê hatiye hilbijartin jî li hemberî rêveberiya xweser û destkeftiyên gelê Kurd zimandirêjî kir.
ANHA’yê jî gelek caran belgeyên girêdana herdû partiyan a bi Tirkiye û PDK’ê re weşandinbû.
Niha jî belgeyeke din ku têkiliya Yekîti û PDKS, Tirkiye û Hewlêrê ya li ser dijberiya Şoreşa Rojava radixe ber çavan hate dîtin. Li bajaroka Til Rifet a Ezazê nameyeke ku fermandarên koma bi navê Ehrar El-Şam ji fermandarên El-Nusra re şandiye derket holê.
Di belgeyê de fermandarên Eharar El-Şam ji fermandarên El-Nsura dixwazin ku rê bidin komên çekdar ên ji Başûrê Kurdistanê ku di bin navê “Pêşmerge” de tevdigerin da ku di sînorê Tirkiyeyê re derbasî Ezazê bibin. Di nameyê de tê gotin ku komên çekdar wê li gorî fermana Odeya Çalakiyan a Helebê tev bigerin û wê şerê rêjîmê û hêzên YPG û QSD’ê bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN