Filma bi navê “Mavera” ya li ser kuştinên kiryarên wan nediyar ên li Kurdistanê yên salên 90’î û ya ji aliyê komek xwendekarên beşa ragihandinê yên Antalyayê ve hatiye çêkirin, dê li Mîhrîcana Fîlman a Cannesê bê pêşandan. Di fîlmê de bi wesayîtên “torosên spî” yên bi kuştinên “kiryar nediyar” re bûne yek, bi awirekî cuda li cînayetan tê mêzekirin. 


Sembola “torosên spî”

Komek xwendekarên beşa sînemayê yên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Akdenîzê filma bi navê “Mavera” li ser kuştinên kiryarên wan nediyar ên li Kurdistanê ên salên 90’î bi destê JÎTEM, Hizbulah û rêxistinên din ên kontra hatin kirin, çêkir. Ev kom niha amedekariyê dike tevlî Mîhrîcana Fîlman a Cannesê bibe. Fîlm dê careke din kuştinên kiryar nediyar ragihîne raya giştî ya cihanê. Fîlm bi awayekî cuda dinihêre li wesayîtên “torosên spî” yên ku li Kurdistanê bi kuştinên kiryar nediyar re bûye yek. 


Prosesa çêkirin û bikaranîna “torosên spî”

Senaryoya fîlmê ji aliyê xwendekarên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Akdenîzê Vedat Oyan, Mahmut Atıilgan û Dogacan Aktaş ve hat nivîsîn û derhêneriya fîlmê jî Vedat Oyan û Mahsun Ekyel bi hev re dikin. Di fîlmê de armanca çêkirina wesayîtên “torosên spî” ya ji aliyê şirketa Renault a Franseyê tê ravekirin û film pê re jî radihîje meseleya armanca bikaranînê li Tirkiyeyê û li Kurdistanê têgeha heyî ya di biwara vê erebeyê de. 


‘Rastiya li pişt ya tê dîtin’

Oyan anî ziman ku li Tirkiye û Ewrûpayê di nîşandanê de du navên cuda bi kar tînin û li Tirkiye û Kurdistanê navê “Mavera” ya bi farisî tê wateya “Rastiya li pişt ya tê dîtin”, li Ewrûpayê jî navê “Kiryar nediyar” tercîh kirine. Oyan diyar kir ku di fîlmê de cih nedane karakterên esasî li şûna vê, vegotina bûyerê esas girtine. Oyan wiha axivî: “Di fîlmê de kesên ku êşê didin heman kes in lê yên ku êşê dikişînin tên guhertin. Yanî li vir me xwest wê peyamê bidin ku kiryarên van kuştinan diyar in. Dîsa me bal kişand ser mijara ku hê jî kiryarên van windakiriyan nehatine dîtin.”


‘Aktorê esasî yê fîlmê Torosa Spî!’

Oyan da zanîn ku piştî ku serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu di mîtînga Wanê de gotina “Heke hûn deng nedin me dê torosên spî bên” bi kar anî biryara kişandina fîlmê dane û wiha peyivî: “Di fîlmê de me torosên spî wekî semboleke xeyalet da rûniştandin, li ser vê, li aliyê Fransa û yê Tirkiyeyê yanî bi du alî me dîmen girtin.” Oyan diyar kir ku bi vî rengî xwestine nîşan bidin ka torosên spî li Fransayê çi îfade dikin, li Tirkiyeyê çi îfade dikin. Oyan da zanîn ku li Fransayê ev wesayît ji bo jiyana mirovan rehettir bike hatine çêkirin lê li Kurdistanê jî di kuştinên salên 90’î de wekî aktorê sereke derdikevin pêşberî wan. 


Fîlma bi derfên kêm, li Cannesê ye

Oyan got, ji bilî wan zehmetiyan ku dema fîlm çêkirine bi wan re rû bi rû mane, ji ber ku fîlma hovîtiya dewletê ya salên 90’î nîşan dide jî çavkaniyên madî peyde nekirine, bi piştgiriya dost û hevalên xwe fîlm kişandine. Oyan destnîşan kir ku piştî ku film kişandine, şandine Mîhrîcana Fîlman a Cannesê û ew li wir hatiye hilbijartin. Oyan got, lê ji ber derfetên wan tunebûne nekarîne biçin Franseyê, belê derhênera wan a alîkar Semra Calu li ser navê wan bi temsîlî çûye. 


DÎHA/ANTALYA