Di navbera 29’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê de kampa çanda dayikan li herêma Toskana ya Îtalyayê hate lidarxistin. Kampa îsal bi temaya ‘Zanista jinê’ hate lidarxistin. Kamp ev 4 sal in tê lidarxistin. Komîteya Jineolojî ya li Ewropayê bi mijara sereke û bi taybet hate vexwendin. Di kampê de tevî 45 jinan nîqaş li ser Jineolojiyê hate kirin.

Endama Komîteya Jineolojî ya li Ewropayê Necîbe Qeredaxî  li ser rêbaza Jineolojiyê mijara xwe pêşkêş kir. Qeredaxî qala rêbazên feraseta desthilatdarî, dewlet û sermayedariyê, û hewldana şikandina çanda dayikan kir. Wê qala rêbaza perwerdehiya civakî jî kir û qala guherandin û veguherandina kesayetiyê hate kirin. Di vê pêşkêşiyê de bi mînakan qala Tevgera Azadiyê ya Kurd hate kirin.

“Ez heyranê tezên Ocalan im”

Jinên Îtalî di nîqaşan de rexne li xwe girtin û gotin, nekarîna parçebûna di nav xwe de rakin.

Di beşa dawîn a kampê de nivîskara femînîst Danîala Bîlgîrî got, “Ez bi heyranî li tezên Abdullah Ocalan dinihêrim û dibînim ku ew karekî bi heybet dike. Wî tevgereke mezin a azadiyê ava kiriye , him jin û him jî mêr xistiye nav lêgerîna azadiyê. Em tevgerên femînîst bi qasî wî bi ser neketine.”

Di kampê de jineke bi navê Katî jî got, “Jineolojî encama şoreşê jinê ye û ji bo me jî tovê azadî, têkoşîn û xwenûkirinê ye.”

ANF/TOSKANA