Herdu ciwanên jin Jînda Oso û Nesrîn Hesen beriya demekê li Akademiya Asayîşê perwerde dîtin û piştî perwerdeya xwe bi dawî kirin, li bajarê Amûdê hatin erkdarkirin. Herdu ciwan dewriyên polîsan rojane birêxistin dikin û rûdawên tirafîkê lêkolîn dikin. Her wiha bi karê arşîf, maliye, pêkanîna destûrên derbasbûna motoskilêtan radibin.

Navenda polîsên hatûçûnê ya bajarê Amûdê ji 9 endaman pêk tê. Li gorî Nesrîn Hesen ev hejmar têra bajêr di vê demê de dike. Derbarê birêvebirina karê navendê Nesrîn Hesen diyar kir ku hemû endamên navendê saet 6.00’an tên dewama xwe û ew jî li çar dewriyan li deverên sereke yên bajêr belav dikin.

Lêkolîna qezayan dikin

Nesrîn destnîşan kir ku ew wekî rêveberên navendê rojane cihên dewriyan diguherin da ku di her aliyên kar de pispor bibin û wiha got: “Di rewşên rûdanên tirafîkê de em cihê rûdawê kontrol û lêkolîn dikin. Piştre em dosyekê derbarê rûdawê de amade dikin û hemû ziyanan têde diyar dikin. Em di dosyeyê de berpirsiyarî û sûcê herdu aliyan dinivîsin. Piştre em dosiyê ji dozgeriya giştî re dişînin.”
Li aliyekî din rêveberiya hatûçûnê çavdêriya nîşandekên di nava bajêr û li ser riyan dike. Herdu rêveberan di dawiya axaftina xwe de dane zanîn ku moralên wan gelekî bilind in û diyar kirin ku welatî û ajokar ji karên wan gelekî razî ne.



DÎLBER EHMED/ANHA/AMÛDÊ