Trafîka heyetên derve û dîplomasiyê ya li Herêma Federal a Kurdistan di rojên dawî de zêde dibe. Heyeta ji Konseya Bilind a Sûriyeyê biçe herêmê. Li aliyê din tê îdîakirin ku Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriya (ENS) Ebdilbasit Seyda derbasî başûrê Kurdistanê bû. Wezîrê Derve Ahmed Davûtoglu jî sibe diçe Hewlerê. Hate zanîn heyetek ji Konseya Bilind ya Rojavaya Kurdistan hate Herêma Federa a Kurdistanê. Piştî peymana Hewlêr Meclîsa Gel a Rojavaya Kurdistan (MGRK) û Encumana Niştimanî ya Kurdên Sûriyeyê (ENSK) desteya xwe ya bilind ava kirin û çend bajarê Rojavaya Kurdistanê azad kirin, êrişên siyasî ya dewleta Tirk zêde bûn. Li ser vê yekê hate zanîn Serokê Herema Kurdistan Desteya Bilind a Rojavaya Kurdistan dawetî herema Kurdistan kir û pêr bi Serokê Herema Kurdistan Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anîn. Li gora hinek çavdêran di vê civînê de dervî her du Desteya Bilind a Rojava hinek serokê partiyên din yê beşdarî peymana Hewlêrê jî nebûne. Hate zanîn ku Desteya Bilind a Rojavaya Kurdistan dibin çavdêriya Dîwana Serokatiya Herema Kurdistan ve civîneke avarte lidar dixe.
Ji Serokê ENS’yê hewldana îkna kirina Kurdan
Serokê Encumena Nîştîmanî ya Sûriyeyê (ENS) ya ku piştgirî welatên Rojava û Tirkiye-Qetar-S.Erebîstan digire, Ebdulbasit Seyda ji bo razîkirina rêxistinên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê hat serdana Herêma Kurdistana Federal. Li gorî nûçeya AFP disperse rayedarên Encumena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) Serokê ENS’yê Ebdulbasit Seyda di êvara yeşkemê de hatiye Hewlêrê. Rayedarê ku nexwest navê xwe aşkere bike ragihand ku Seyda dê bi Serokê Herêma Kurdistanê û rêveberên din ên Kurdan re hevdîtin pêk bînin. Rayedarê ENS’ê got; “Ji bo Kurd beşdarî Encunema Nîştîmanî ya Sûriyeyê (ENS) bibin, Seyda dixwaze peymanek bi Kurdan re mor bike.” Li gorî nûçeya AFP’ê dê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) a ku PYD jî di nava wê de ye û Encumena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) jî dê berşdarî hevdîtina bibin. Lê heta niha çavkaniyên MGRK’yê ev agahî piştrast nekirine.
Lê li gorî agahiyên gihiştine ANF’ê, Hevserokê PYD’ê û endamê Heyeta Bilind a Kurdan ku ji bo her du meclîsên Kurdan pêk tê Salih Mislim jî li Hewlêrê ye. Seyda di hevdîtina beriya niha bi Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu re pêk anîbû de îdîa kiribû ku PYD nûnertiya Kurdan nake.
Seyda ku bi eslê xwe Kurd e, di van demên dawiyê de bû serokê ENS’ya ku heta niha nekariye piştgirî ji muxalefeta hindur a Sûriyeyê werbigire. Jixwe Seyda ne di nava Kurdan û ne jî di nava muxalefetê baş nayê nasîn. Ev demek dirêj bû li Ewropayê dijiya. Seyda heta niha tu piştgiriyek ji Rojavayê Kurdistanê jî wernegirtiye. ENS, bi hevkariya welatên Rojava û welatên Qetar-Tirkiye-Erebîstan Siûdî ku bi zextên li hemberî azadiyan û weke dijminên azadiyan tên nasîn, li Stenbolê hatibû avakirin. Ev konsey (encumen) heta niha daxwazên Kurdan hemû red dike. Lê balkêş bû ku serdana Seyda ya li Hewlêrê beriya ya Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu pêk hat. Tê payîn ku Davutoglu jî sibê biçe Hewlêrê.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 25’ê tîrmehê de destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê weke “Pêkhateyeke terorîst” bi nav kir û gef li Kurdan xwar. Erdogan got; “Li bakûrê Sûriyeyê pêkhateyek heye, ji bo me pêkhateya terorê ye. Mudaxalekirina wir mafê me yê herî sereke ye.” Serokwezîrê Tirk Erdogan di daxuyaniya 26’ê tîrmehê dabû de jî careke din gef li Kurdan xwaribû û gotibû; “Em der barê mijarê de hemû tedbîrên xwe digirin. Avakirina Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriye şaş e. Em dê di vê mijarê de bi Herêma Kurdan a Bakûrê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) re hevdîtin pêk bînin. Welatê 900 kîlometre sînorê wan heye bêdeng dimîne? " Erdogan dabû diyarkirin ku ew ê Davutoglu bişîne Hewlêrê.
DÎHA/HEWLÊR
DYA: Kurd li Sûriyeyê dînamîkek xurt in
Berdevka Wezareta Derve ya DYA’yê Victoria Nuland bersiv da pirsa der barê gef û daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku civaka Kurd li dînamîkek xurt e.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gef li destkeftiyên Kurdan ê li Rojavayê Kurdistanê xwaribû û Kurdan weke “terorîst” bi nav kiribû û gotibû ku mafê wan ê destwerdana Rojavayê Kurdistanê heye. Lê DYA’yê jî ragihand ku ew dixwazin Kurd beşdarî muxalefeta Sûriyeyê bikin û pesnê dînamîka Kurdan da.
Berdevka Wezareta Derve ya DYA’yê Victoria Nuland di daxuyaniyek çapemeniyê de got; “Em Kurdên Sûriyeyê teşwîq dikin ji bo li gel muxelefeta Sûriyeyê di nava ahengê de bixebitin û tevahiya muxelefetê jî teşwîq dikin ku bi Kurdan re di nava xebateke baş de bin.”
Di brîfînga rojane ya duh de rojnamevanekî bi bîr xist ku Serokwezîrê Tirk Erdogan gotiye, “Sûriye beşek axa xwe spartiye PKK’ê, ji bo ku wêderê bike baregeh û êrişê me bike, Ji ber vê yekê Tikriye xwedî mafê destwerdanê ye.”
Nuland wiha bersiv da rojnamevanê ku jê pirsî ka ew tevlî analîza Erdogan dibe an na: "Min ev nirxandin nedîtin. Weke hûn jî dizanin civakeke Kurd a dînamîk li Sûriyeyê heye. Me her tim hewl da ku muxalefet, çi ya hundir çi jî ya derve, Kurdên Sûriyeyê tevlî nava xebata hevpar bike, da ku bi hev re bikarin bikevin nava pêvajoyeke siyasî ya piştî hilweşandina rejîmê.”
WASHÎNGTON
Heyeta BDP’ê diçe Sûriye
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku partiya wan dê di rojên pêş de heyetek ji bo lêkolînkirina rewşê bişînin Sûriyeyê.
Demîrtaş bi rêya Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku hewdanên Kurdan ên ji bo bidestxistina statuyekê weke gef û tehdît tê dîtin û got ku ev yek xelet e. Demîrtaş got; “Berdevkên PYD’ê ji bo Tirkiyeyê peyamên diyalogê dişînin, ger Tirkiye jî bi gefa mudaxeleyê bersiva vê bangê bide, ev yek ne tiştek aqilane ye."
Demîrtaş ragihand ku gelê Kurd û Kurdistan li ser vê erdnîgariyê rastiyeke dîrokî ye û destnîşan kir ku dive biratiya ku bikare vê rastiyê qebûl bike were pêşxistin.
Demîrtaş got ku dê hemû polîtîkayên ku vê rastiyê tune dihesibînin an jî dixwazin tune bikin, rê li ber aloziyan vebikin û diyar kir ku ger Tirkiye diyologê bi gelê Kurd re pêk bîne, dê qezenç bike. Demîrtaş wiha berdewam kir; “Di vê çarçoveyê de dive ne şer, diyalog di navbera Kurdên Sûriyeyê û Tirkiyeyê de pêk bê. Ji bo vê diyaloga di navbera Tirkiye û Konseya Bilind a Kurdan û PYD’ê de partiya me amade ye ku tişta dikeve ser milê wê pêk bîne. Di rojên pêş de partiya me dê ji bo lêkolînkirina rewşê heyetek bişîne Sûriyeyê. Înşalah çareserî û aşitî jî nêzîk e."
AMED