
Li bajaroka Tuzla ya Karataşa Edeneyê, nêzî 400 malbatên Kurd ên ku nêzî 20 sal berê ji gund û warên xwe ji ber zora leşkeriyê neçar man koçber bûn û hatin Edeneyê di nava zeviyên ku ji ax û xîza xwe dişibe dojehê de bi cih û war bûn. Welatiyên ku zevî, xanî, dehl, pez û warê xwe yê wekî bihiştê terk kirin û berê xwe dan welatê xerîb, her çend dilê wan li pey welatê wan mabe jî neçarin ku niha di çadirê naylonî ku ser wan bi zilan hatine pêçan de bijîn.
Welatiyên ku dema li gund bûn debara xwe bi xwedîkirina pez û rezan derbas dikirin, buhar û havînan jî li zozanên bilind, di nava mêrg û kaniyan de, demsalên zivistanê jî li malan li ber sobeyên arê êzîngan derbas dikirin; niha havînan di nava germa zêde û tozê de zivistanan jî di nava celbê û sermayê de derbas dikin.
Welatiyên ku li vir bi roj karê zeviyan dikin, dîwarekî pişta xwe bidinê û banekî di bin de bistirin tune û neçarin di holikên zilînî de bijîn. Welatiyên ku di demsala havînê de li dijî germahiya zede, toz û bêaviyê cenga jînê didin, zivistanan jî di nava heriyê de di holikên bê ceyran de dijîn. Welatiyên ku bi piraniya wan ji Şirnexê koçber bûne, nezî 20 salin di nava şert û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê didin. Welatiyên ku di nava zeviyan de dixebitin di çarirên naylonî yên dora wan bi silan hatiye pêçan de dijîn. Li van çadiren naylon û zilînî de ne ceyran û ne jî av heye. Welatî pêdiviyên xwe ji ava tankêran temîn dikin. Her wiha cil û firaxên xwe di teştan de dişon. Xwarina xwe jî li ser kuçikan li derve dipijînin. Ji ber derdorê naylonên wan tev bi şivê zilan hatine pêçan, di demsalên havînan de gelek caran şewat derdikeve û hemû alavên hundir dişewitin. Di demsalên zivistanê de jî gelek caran malên wan dilope dikin û di nava gola avê de dimînin. Ji ber şert û mercên wan ê xerab nikarin zêde xwe ji nexweşiyan biparêzin û di nava qirêjiyê de dijîn.
Welatî li gel şert û mercên nijtecihbûnê di nava zeviyan de jî karê zor û zahmet dikin. Welatî ji bo karibin debara xwe bikin sal 12 meh di nava zeviyan de dijîn û karê pîvaz, pembo, kartol, garis, fireng, îsot, zebeş û gelek fekîyên din de dixebitin. Malbatên ku nêzî 8-20 salin li van çadirên naylon û zilînî de dijîn. rojê bi 23 TL’yan karê zeviyan dikin.
Welatiyên ku rojê 8 saetan di bin germa havînê de kare zahmet dikin dixwazin wekî her kesî jiyanek xweş û geş bijîn.
Ji karkerên zeviyan û çadiren naylonî de dijî Emîn Aydin ê 51 salî ku ji gundê Kendalî yê Şirnexê hatiye, di sala 1987’an de ji ber zexta leşkeran koçber bû û hate li vir bi cih bû. Aydin, anî ziman ku 25 sal berê leşkeriyê gundê wan vala kiri û hatin li vir bi cih bûn. Aydin, bilêv kir ku pişt re leşkeran gundê wan şewitand û niha li vir di nava şert û mercên herî xerab de dijîn. Aydin, da zanîn ku li vir hemû mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin û wekî koleyan dijîn. Aydin, destnîşan kir ku di demsalên havînan de ji ber germa zêde û çadirên wan zil in gelek caran şewat derdikeve û wiha got: “Çend roj berê li vir şewat derket û 8 konên ku 11 malbat lê dimînin şewitîn. Li vir ceyran, av tune. Ocaxên tenduristiyê tune. Dibistan tune. Em ji hemû mafê xwe yên civakî, tenduristî û mafên mirovan dûr dijîn. Heta niha me cend caran serî li rayedaran da, lê heta niha tu kesî dengê me nebir xwe.
HAMDULLAH KESER - DÎHA-EDENE