Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ku wargeha 60 hezar sivîlan e, ji 22’ê Îlona 2015’an ve de bin dorpêça giran a komên qaşo muxalefeta Sûriyeyê de ye. Di 16’ê Sibatê de û bi destpêkirina êrîşên çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê re trajediya mirovî li herêmê zêde û girantir bû. Gelek madeyên xwarin, derman û şîrê zarokan neman û di bin topbaranê de riziyan.
Di navbera 22’ê Îlona 2015’an û 16’ê Sibata 2016’an de, hin bazirganan madeyên jiyanî derbasî taxê dikirin. Lê belê van made bi buhayên pir zêde difirotin gel. Lê belê bi destpêkirina êrîşên çeteyan ên dijî taxa ku di encamê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan, riya derbaskirina madeyên jiyanî ji taxê re hat girtin.
Depo vala bûne
Welatiyê bi navê Zuhêr Mela Cehfî ku li taxê dijî diyar kir ku ew 3 malbat di malekê de dijîn û madeyên di depoyên wan de roj bi roj kêm û xelas dibin.
Li Şêxmeqsûd piraniya dikanan ji ber kêmbûna madeyan û topbaranan hatin girtin. Yên vekirî jî refên wan vala mane. Xwarina şêniyên taxa Şêxmeqsûd li ser madeyên depokirî yên weke birinc, nîsk, savar û zeytê maye. Lê belê ev miqdara van madeyan jî roj bi roj kêm dibe.
Welatiyên bi navê Mihemed Elûş jî bang li rêxistinên mirovahî kir ku berê xwe bidin Şêxmeqsûd û destê alîkariyê bidin taxê.
Ji bo hezar û 400 zarok şîr divê
Li ber dikanan, ji 60 dermangehên li taxê 49 dermangeh hatine girtin. Di 11 dermangehên vekirî mane de jî derman gelekî kêm maye.
Dermanfiroşa bi navê Leyla Mihemed destnîşan kir ku derman di taxê de kêm bûye nexasim dermanê zarokan. Mihemed wiha axivî: “Dermanê zarokan, tansyonê, daxistinsa germbûnê, şekir, dil û şîrê zarokan kêm bûne. Eger derman derbasî taxê nebe, metirsî li ser jiyana gelek zarok û nexweşan heye”.
Leyla bang li hemû rêxistinên mirovahiyê kir ku piştgiriyê bidin wan û da zanîn ku niha pêwîstiya hezar û 400 zarokên li taxê bi şîr heye.”