‘Ev felaketek ekolojîk bû’
Edîtorê Rojnaleya Agosê Pakrat Estukyan, ku wê demê 2 salî bû, diyar kir ku ji ber vê qetilkirinê gelek welatiyên nemisillan neçar man ku Tirkiyeyê terk bikin û wiha got: „Wê demê li Tirkiyeyê 2 hezar û 500 Rûm, 60-70 hezar Ermenî diman. Piştî ku Hrant Dink hate qetilkirin êdî dest ji koçberiyê berda. Heta ku Hrand hate kuştin jî boçberiya Ermeniyan berdewam dikir. Piştî ku Dînk hate kuştin me dest bi tekoşîna li dijî qirkirina nasnameya Ermenî û ruman meşand. Ji ber ku em dizanin tiştê bi serê me de hatiye ne tiştekî nijadî kuştinek ekolojîk e.“
‘Diya ditirsiya bi zimanê xwe biaxife’
Estukyan, destnîşan kir ku piştî Ermenî û yunan rastî êrîşa lîncê hatin û hatin qetilkirin diya wî ditirsiya ku ew li kolanê bi zimanê zikmakî Ermenî biaxivin û wiha got: „Dema ku em derdiketin derve diya min ditirsiya ku em bi Ermeni biaxivin. Destûr nedida ku em bi Ermeni biaxivin. Vê komkujî û lîncê tirsek mezin li ser me çêkiribû. Wê demê dixwastin ku her kesî Tirk bibînin. Wê demê Abaza û Çerkez ji Tirkkirine qet aciz nebibûn.
‘Têkoşîna gelê Kurd ji gelên hatin Tirkkirin re bû hêz’
Estukyan, anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd a 30 salan ku ji bo nasnameyê dimeşîne êdî gelên Laz, abaz, û çerkez ên ku bi dildarî hatin Tirkkirin dîsa li xwe vegeriyan. Estukyan, destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd, ji gelen din re bû hêz.
Gerînendeyê Rojnameya Apoyevmatinî Mîhaîl Vasîlîadîs ku wê demê 15 salî bû jî anî ziman ku wê demê nemisilman rastî lîncê dihatin û wekî cîndê di ser wan de derbas dibûn. Vasiliadis, destnîşan kir ku dema bûyer çêbû xwe bi zorê avêt malê û xwe ji ber destê wanrizgar kir. Vasiliadis, destnîşan kir ku wê demê wan şoqek gelek mezin derbas kir û heta çend salan ji bin bandora wê bûyerê derneketin.
Vasîlîadîs, hikûmeta AKP’ê jî rexne kir û xwest ku ger AKP dixwaze dîsa dîsa mafê wan îade bikin divê berî her tiştî destûra Rûm û yunanên ku ji Tirkiyeyê reviyan dîsa mafê wan bide wan û karibin li malên xwe vegerin.
SAFİYE ALAÐAŞ-FERHAT ÇELİK -DÎHA-STENBOL