
Biryara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), ku Quds weke paytexta Îsraîlê nas kir, di serî de li DYE li tevahiya cîhanê rê li ber nerazîbûnan vekir.
Rêveberiya Filistînê û Lîga Ereb dan xuyakirin ku DYE rola xwe ya navbeynkariyê ji dest daye. Gelek welatan jî dan xuyakirin ku ew ji ber xeteriya rûdana şer bi fikar in.
Donald Trump ku Quds weke paytexta Îsraîlê nas kir, di heman demê de got ku ew alîgirê çareseriyeke bi rêbaza du dewletan e. Lê belê ev daxuyanî, teza ku dibêje ‘Quds bi temamî ya Îsraîlê ye’ xurtir kir û hat wateya redkirina daxwazên gelê Filistînê.
Trump di dewama daxuyaniya xwe de banga ‘aramiyê’ li aliyan kir û ragihand ku alîkarê wî Mike Pence wê di rojên pêş de biçe herêmê. Trump, tevî ku demek diyar nekir jî ragihand ku wî ferman daye ji bo Sefaretxaneya Bilind a DYE ya li Tel Avivê bar bike Qudsê. Tê texmînkirin ku barkirina sefaretxaneyê dê bi salan dewam bike.
Hin bûne bend hin jî piştgir
Biryara Trump ku pêr bi rengekî fermî ragihand, li gelemperiya cîhanê rê li ber nerazîbûnan vekir. Li Kongreya DYE jî gelek endaman destek dan vê biryarê.
Serokê Meclîsa Nûneran ê ji Partiya Komarger Paul Ryan got, “Demeke dirêj bû ku li benda rojeke bi vî rengî bûn.” Ryan îdîa kir ku Quds ‘paytexta nayê parçekirin’ a Îsraîlê ye û bi vî rengî ji Trump jî wêdetir helwestek nîşan da.
Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Kongreyê Elito Engel jî da xuyakirin ku hikumeta Îsraîlê jixwe li Qudsê ye û biryara Trump jî ‘sererastikrina neheqiyeke dehan salan e’.
Tevî ku hin senatoriyên ji Partiya Demokrat û endamên Meclîsa Nûneran destek dabin biryarê jî, piraniya endamên partiyê li dijî biryara Trump derdikevin.
Demokrat dibêjin ‘biryar zû hatiye girtin’ û destnîşan dikin ku ev yek wê şîdeta li herêmê sortir bike. Seroka Koma Partiya Demokrat a li Meclîsa Nûneran Nancy Pelosi hişyarî da ku biryar wê ‘belasebep’ tansiyonê bilind bike û karê bicihanîna aştiyê zehmet bike.
Îsraîl kêfxweş e
Serokwzîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu daxuyaniya Trump ‘silav’ kir û got biryar ‘dîrokî’ ye. Netanyahu ji dewletên din ên cîhanê jî xwest ku DYE ji xwe re bikin ‘mînak’ û sefaretxaneyên xwe li Qudsê bi cih bikin.
Hewldan têk birin
Serokdewletê Filistînê Mahmud Ebbas nerazîbûn nîşanî biryarê da û got: ”DYE wê nema karibe demeke dirêj rola xwe ya navbeynkariyê bidomîne. Ev tedbîrên ku nayên qebûlkirin û bi xweşbînî nayên dîtin, bi zanebûn hemû hewldanên ji bo aştiyê binax dikin.” n NAVENDA NÛÇEYAN