Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp ku carna bela xwe li dewleta Elman dide doh li Brukselê peyivî. Trûmp vê carê got: “Elmanya Rûsyayê dewlemend dike. Bûye esîrê Rûsyayê.”

Serokê DYE Donald Trûmp di civîna bilind a NATO’yê de rexneyên giran li Elmanyayê kirin. Trûmp li wir got: “Elmanya bi temamî ketiye bin kontrola Rûsyayê. Ji bo tedarikkirina enerjiyê milyaran dolarî dide Rûsyayê û em jî wê li dijî Rûsyayê diparêzin. Gelo ev yek çawa dikare bê vegotin? Ev ne tiştekî adil e.”

Serokê DYA’yê gelek caran nerazîbûn nîşanî projeya xeta gazê Nord Strea da ku Rûsyayê yekser bi Elmanyayê ve girê dide û xwestibû ku dest ji vê projeyê bê berdan.

 

BRUKSEL