Serokê DYE’yê Emerîkayê Donald Trump bi rêya twitterê daxuyaniyek da û got, heger dewleta Tirk êrişî Kurdan bike, ew ê aboriya Tirkiyeyê wêran bikin û herêmeke ewle ya ji 32 kîlometreyan ava bikin. Daxuyaniya Trump wiha ye:
“Me dest bi vekişîna derengmayî ya ji Sûriyeyê kir. Di heman demê de em ji gelek aliyan ve bi rengekî tund li tiştên ji ber xalîfetiya herêmî ya DAÎŞ‘ê maye, dixin. Heger ji nû ve bên ser xwe, em ê ji baregehên xwe yên li herêmên nêz, careke din êriş bikin. Heger Tirkiye êrişî Kurdan bike, ji aliyê aborî ve em ê Tirkiyeyê wêran bikin.”
Cara yekê ye ku Serokekî DYE’yê bi gotinên vekirî gefê li Tirkiyeyê dixwe.
Li ser gefa dawî ya Serokê DYE’yê Donald Trump, ji Tirkiyeyê jî bersiv hat. Berdevkê Serokkomarê Tirk Îbrahîm Kalin bi rêya twitterê îdîa kir ku “Tirkiye ne li dijî Kurdan, li dijî terorîstan şer dike.”
Serokê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirk Fahrettîn Altûn jî di hesabê xwe yê medya civakî de îdîa kir: “Ti pirsgirêka Tirkiyeyê bi Kurdan re nîne.”
Wezareta Parastinê ya Tirk jî parvekirineke Erdogan a dijminatiya statuya Kurd li Rojava dikir, ji nû ve parve kir.
NAVENDA NÛÇEYAN