Di çapemeniya Emerîkî de behsa hewldana serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan tê kirin, ka çawa hewl daye serokê DYE´yê Trump qanih bike ku YPG şideta li DYE´yê organîze dike. Çapemenî îşaret bi mumkinnebûna vê yekê dike û ta bi derziyê ve dike, ka çawa ne berjewendiya Kurdan bi giştî ye ku têkilî vê yekê bibin û çawa bi wan re li hev nake ku dikan û mal bên talankirin. Lê heman çapemenî dibêje, Erdogan helbet wê YPG´ê û Kurdan gunehbar bike. Qenaeta giştî ew e ku Erdogan ji ber ku berê kariye Trump carekê di meseleya Sûrî de qanih bike ku Kurdan beramberî dagirkeriya Tirk tenê bihêle, niha jî hewl dide, Antîfa jî têkildarî YPG´ê bike. WASHINGTON