Hate zanîn ku TSK’ê bi rêya firmayek taybet li taxa Dîclekentê ya navçeya Peyasa Amedê ji xeratvanekî ji bo leşkeran 60 darbest spariş xwestiye. Xeratvanê li taxê li ser sparişê, 60 darbest ji leşkeran re çêdike. Her wiha dê di pêşerojê de 300 siparişên din jî ji wan re bên şandin. Welatiyên ku di nêzî xerat re derbas dibin jî balkêş balkêş li çêkirina darbestan dinerin û diyar dikin ku gelo ev darbest ji bo operasona dersînor tê çêkirin.
Sîparîşa 360 darbestan
Hate diyarkirin ku heta niha siparîşa 60 darbestan hate kirin û dê 300 darbestên din jî bê kirin û bi tevahî dê 360 darbest bên amadekirin. Ev yek dide xuyakirin ku TSK di vê operasyona ku xwe ji bo wê amade dike de dê gelek leşker bên kuştin. Meyda Tirk ku her tim bi gotinên “leşkerên leheng”, “Lehengên me li sînor in”, “Dê sînor derbas bikin”, “Yekîneyên taybet li sinor in” pesnê leşkeran dide û rastiyê ji gel vedişêre.
129 leşkeran jiyana xwe ji dest da
Herî dawî pixştî ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokdewletê DYA yê Bush, di 5’ê mijdara 2007’an de hevdîtin pêk anî, TSK’ê di sibata 2008’an de li dijî Zapê operasyonek pir mezin pêk anîbû. Di operasyonê de TSK’ê 93 caran top avêtin Herêma Federal a Kurdistanê. Bi tevahî 163 êrîş pêk anîn û di operasyona bejayî û hewayî de bi tevahî 129 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 12 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha Balafirên şer ên F-16 li Qendîl û Xinerê xistibûn.
SERTAÇ KAYAR - DÎHA- AMED