Nasir Yagiz 94 roj, Fadîle Tok jî 34 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hewlêr û Mexmûrê di greva birçîbûnê de ne. Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ji 21’ê Mijdara 2018’an ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Ji ber ku çalakî gihaştiye roja 94’an, rewşa tenduristiyê ya Yagiz her ku diçe giran dibe.
Doxtor dibêjin, êşa serî li Yagiz giran bûye, mehdê wî diêşe, herikîka xwîna wî lawaz bûye û gelek pirsgirêkên din ên giran lê peyda bûne. Yagiz jî dibêje, ew bi biryar e çalakiya xwe bidomîne û bang li her kesî dike ku tevlî têkoşînê bibin.
Navendeke din a çalakiya greva birçîbûnê lê tê kirin kampa Mexmûrê ye. Endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok, ji 20’ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Ji ber ku çalakiya wê gihaştiye roja 34’an pirsgirêkên serêşî, tansiyon û bêhalî lê der bûne.Serdanê ji bo çalakiyan jî dewam dikin.
ANF/HEWLÊR