
Pîrê û Rovî Çîroka Çivîkê
Înîsîyatîfa vê berhema pirr hêja di destê Mîr Multimedia de ye. Mîr Multimedia ya ku heta niha bi berhemên muzîkê bi giranî der diket pêşberî hunerhezên Kurd, ev demeke dirêj bû ku berhemên ji bo zarokan hilneberandibûn. Herdu çîrokên gelêrî yên Kurdî di pirtûkê de pêşî weke çîrokê li ber resmên bedew ên LeMans Design Studio´yê çîroka Pîrê û Rovî bi versiyona xwe ya devera Gimgimê û bi berhevkirina Rotînda Yetkîner cihê xwe di pirtûkê de girtiye. Çîroka Çîvîkê jî bi versiyona xwe ya devera Gimgimê dîsa bi berhevkariya Rotînda Yetkîner û resmên LeMans Design´ê di pirtûkê de cihê xwe digire. Şefîk Beyaz jî nivîs sererast kirine. Dizayn û mîzampaja profesyonel a pirtûkê û kalîteya bergê ya berhemê dike ku mirov hez bike rahêje vê berhemê. Di sêwirandina pirtûkê de mûzîk cihekî sereke digire. Li dawiya çîrokê, ji bo ku weke muzîkal were derhênan dikên muzîkalê hatine danîn, hem ji bo ´Pîrê û Rovî´ û hem jî ya ´Çîroka Çivîkê´. Ev karê danîna dik û perdeyan li gorî muzîkalê jî yê Rotînda ye. Li dawiya pirtûkê jî bi notayan melodî û rîtma stranên mûzîkalan hatine bicihkirin.
Ya ku vê pirtûkê giranbuhatir ne bi tenê beşa muzîkal û nivîsandina notayan e. CD´yeke bi pirtûkê re ji bo muzîkalê û derhênana wê hatiye amadekirin, rengekî dide vê berhemê ku hem dilê dêûbavan lê germ bibe û hem jî yê hîndekarên dibistanan lewma dikarin pê bi zarokan re bilîzîn. Ji hemûyan bêhtir jî şanoger û derhênerên şanoyê yên bi zarkan re kar dikin wê bi vê berhemê gelekî şa bibin. Birêveberê muzîkê jî muzîkjenê bi bilûr, ney, dûduka xwe navdar Memo (Gul) e. Înstrûmanên hatine bikaranîn jî tembûr, cûra, ney (Memo li hersêyan dixe), e-gîtar (Mazlum Adibelli), keyboard (Eser Gul) in.
Ji bo zarokan Kakilên Kunciyan
Hîviya min a şexsî ew e ku ez hîna gelek Kakilên Kunciyan bibînin. Bi her halî ji ber ku dibistanên zarokên piçûk hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî nexasim li Rojavayê Kurdistanê hewce ne bi materyalên bi kalîte yên bi vî rengî, ev xebateke hêja ye û heta weke bavê du zarokan ji bo min pîroz e. Baxçeyên zarokan, dergûşxane li Rojavayê Kurdistanê pirr mihtacên berhemên bi vî rengî ne. Gumana min jî jê nîne ku Mîr Multimedia wê hejmareke têra van dibsitanan bike, bigihîne wan. Wekî din dibe ku hin berhemên ku yekser karibin ji bo sîstema perwerdeyê ya bi Kurdî bi kêra herkesê elaqedar were jî di nêz de werin hilberandin. Mîr Multimedia dikare serfiraz bi wê yekê ku pêşengî li vî karî kir. Lê xweziyeke min jî heye; ev berhema hema hema di her warî de profesyonel, di warê redaksiyona pedagojîk de kêm maye. Diyar e li fikra pedagokekê/î nehatiye pirsîn. Lewma pedagokekê/î dikarî hin tiştên tesîreke xirab dikarin li zarokê bikin sererast bikin, di warê ji bo zarokan hêsantirbûna zimên de û ji bo rehetkirina xwendinê jî bibin alîkar. Wekî din nexasim jî stranên muzîkalê (tevî serbestiya hunerî ya helbestvên jî) dikarî ji bo xwestirîna ji hin şaşiyên rêzimanê di encama şêwra bi keseke/î ehlê meselê de halê xwe yê dawî yê nivîsê bigirta.
Ji bo kesên ku dixwazin vê berhemê bikirin jî têkiliya Mîr Multimedia´yê di ser malpera wê “www.mirmultimedia.de” re dikare were temînkirin. E-maila têkiliyê “info@mirmultimedia.de” ye. Kesên ku hîna hez dikin dengê kesê ku wê pirtûkê ji wan re bişîne bikin jî dikarin telefonî Mîr Multimedia´yê bikin bi rêya hejmara 0049 2131 31 36892. Bi ya min heke nexasim hûn dê û bav in, qet dudilî nebin û hema niha vê berhema giranbuha ji zaroka xwe re bikirin. Hûn ê poşman nebin û bi ser dejî hûn ê hilberandina berhemên bi vî rengî hêja jî teşwîq bikin.
LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT