Li bajarê Elmanyayê Mannheimê beriya ku dîktatorê Tirk Erdogan serdana Elmanyayê bike, çalakiya protestoyê hate kirin.
Rêxistinên çepgir ên Mannheimê, AGÎF, Ronahî û Meclîsa Jinan a Bêrîvanê çalakî organîze kir, pankarta ‘Tu bixêr nehatî Erdogan’ hilgirt û ji bo ku wê Erdogan bi xalîçeya sor were pêşwazîkirin, hikûmeta Elman rûreş kir.
Di axaftinan de serdana Erdogan hate şermezarkirin. Sereqet li dijî Erdogan dirûşm hatin gotin, sûc û komkujiyên Erdogan hatin destnîşankirin.
MANNHEIM