Selîm Gokçe: “Perwerdehiyek rast nehatiye dayîn. Gava ku rewş xera dibe gelek hunermend li pişt xwe nanêrîn û ji saziyan dûr dikevin. Divê ev yek baş bê fahm kirin.”

Solîstê Siya Şevê, Selîm Gokçe li ser qelîte û standardên muzîka Kurdî yên çend salên dawiyê dibêje, “Êdî wer bûye ku gava tu dibêjî muzîka Kurdî hew ‘qeşmerên’ kolana Taksîmê ku gîtarên bê akord di destê wan de, tê bîra mirovan.”

Siya Şevê wa dibe 17 sal in di meydana muzîka Kurdî de bi reng û şêwazên xwe yê cihê kar dike. Piştî çend salan bi albûma “Li Pey Siya Xwe” derket pêşberî guhdarên xwe. Li ser navê Ajansa Mezopotamyayê Bila Guldem bi solîstê Siya Şevê Selîm Gokçe peyivî.

  ‘Qeşmerên’ kolana Taksîmê

Di çend salên dawî nexasim li metropolên Tirkan ciwanên Kurd li kolanan bi Kurdî strên. Digel ku ji bo darîçavbûna Kurdî baş e, li gorî qelîte û standardên muzîkê gelek kêmasiyan dihewîne. Selîm Gokçe li ser pirsa ka gelo tu û koma te çawa li vê yekê dinêrin û wiha bersivand: “Ev çend salên dawî jixwe tu dibêjî muzîka Kurdî  ‘qeşmerên’ kolana Taksîmê ku gîtarên bê akord di destê wan de, tên bîra mirovan. Mixabin ev kêmasiya me hemûyan e. Mixabin ev kêmasiya me hemûyan e. Sazkirin û bi sîstemek nû nehatiye ceribandin, îro rewşa me ev e. Ên ku dixwazin hunerek xurt çêkin ji ber vê nêzîkbunê nikarin vê bendê derbas bikin. Perwerdehiyek rast nehatiye dayîn. Gava ku rewş xera dibe gelek hunermend li pişt xwe nanêrîn û ji saziyan dûr dikevin. Divê ev yek baş bê fahm kirin. Mînak rewşa NÇM’ê ku îro têde ye. Çareserî çi ye? Di dîroka dinyayê de ên ku wekî me têkoşîn dane, huner û polîtîka, huner û berxwedan çawa li hev anî be divê em jî wisa bikin. Huner ne nebata şaneşinê ye.”

Divê hûn bi Tirkî jî bêjin!

Ji ber “Rewşa Awarte” (OHAL) ya dewleta Tirk hunermendên Kurd jî bi rehetî nikarin hunera xwe îcra bikin. Selîm Gokçe li ser vê yekê bi serhatiyeke xwe behsa zor û zehmetiya rewşa niha dike:”Par me li Batmanê konserek da. Di wê konserê de polîs hatin û gotin ‘Divê hûn bi Tirkî jî bêjin.’ Ji ber ku me got em bi Tirkî nizanin bêjin ew bixwe hevalekî xwe anîn û derketin dikê sê, çar stran bi Tirkî gotin. Ku me ji wan re li enstruman nedaba wê tiştên nebaş biqewimiya. Em neçar man wekî wan bikin. Ji bo muzîka Kurdî her dem Rewşa Awarte bû û tu demê Rewşa Awarte ji ser muzîka Kurdî kêm nebû. Rewşa me wiha ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN