Tu dikarî
HDP’ê manîfestoya Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş jî eşkere kir. Demîrtaş di manîfestoya xwe de got, “Ez wekî Serokomarekî têm da ku dawî li pergala yek mirovî bînim.”
HDP doh bi civîneke giştî li Enqereyê danezana hilbijartina Serokomariyê û parlamenteriyê eşkere kir. Sloganên sereke yên rojeva civînê “Tu dikarî”, “Bi jinan dê bê guhertin”, “Bi ciwanan dê bê guhertin”, “Mirovekî Baş Demîrtaş”, “Em li vir in, dikarin” û “Dengek ji bo Demîrtaş û dengek ji bo HDP’ê”.
Civîneke berfireh û pirrengî
Li gel Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, parlamenterên HDP’ê, Berdevka HDK’ê Gulîstan Koçyigît, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Musa Pîroglu, Hevseroka SYKP’ê Tulay Hatîmoglulari, Berdevka SKM û endamê MYK’a ESP’ê Beycan Taşkiran, Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP’ê Hacer Ozdemîr, Hevserokên Partiya Siberoja Çep û Kesk Nacî Sonmez û Eylem Tuncaelî, Ji SODAP’ê Kezan Konukçu, endam û rêveberên EMEP, EHP, HTKP, Malên Gel, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partîzan, Kaldiraç, DSÎP, TOZ, ji partiyên Kurd Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, ji akademisyen, rewşenbîr û nivîskaran Îsmaîl Beşîkçî, Fîkret Başkaya, Baskin Oran û Ayşen Uysal û gelek nav û navdarên din beşdarî civînê bûn.
Çepik ji bo parlamenterên girtî
Civîna eşkerekirina danezanê bi nîşandana sînevizyona ji dîmenên berê yên namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, dest pê kir. Piştre navê 11 wekîlên HDP’ê yên girtî û siyasetvanên Kurd ên girtî hat xwendin. Dema nav hatin xwendin, hol bi dengê çepikan hejiya.
Îro rojeke xweş e
Piştî sînevizyonê, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî danezana hilbijartinê bi hev re eşkere kirin. Di civînê de ewil Buldan axivî û got, “Îro rojeke xweş e. Rojeke ronahî ye. Rojeke, em hîn bêhtir nêzî azadiyê dibin. Em ji gelên xwe re manîfestoya xwe ya siberojeke demokratîk eşkere dikin. Em bi hêvî, kelecan, biryar in û zindewar in. Teqez em ê bi ser kevin. Em Botan in, Serhed in, Amed in, Mezopotamya ne, Derya Reş in, Derya Spî ne, Ege ne, Marmara ne û Anadolu ne. Em govend in, horon in û zeybek in.”
Pergala yek zilamî wê bi dawî bibe
Piştre Sezaî Temellî axivî û got, “HDP deng û têkoşîna heqîqetê ye. Îro rojeke destpêkê ye. Dem dema destpêkeke nû ye. Em tên ku hemû tengezariyên aborî, demokrasiyê, jiyanê çareser bikin û şer bi dawî bikin, daxwaza gel bi cih bînin. Em tên û em ê hemû kilîtên girtî vekin. Dîroka bikaranîna qesrê ya herî dawî 24’ê Hezîranê ye. Pergala yek zilamî û rejîm wê bi dawî bibin. Heke hûn li çareseriyê digerin, çareserî HDP ye. Em bi milyonan ciwan û jin in û tên. Dem ew deme ku em gotinên xwe bibêjin.”
Manîfestoya her rengî
HDP’ê manîfestoya Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş jî eşkere kir. Demîrtaş di manîfestoya xwe de got, “Ez wekî Serokomarekî têm da ku dawî li pergala yek mirovî bînim.” Demîrtaş di manîfestoyê de diyar kir ku ew dê aştiya polîtîkayên derve, destûra bingehîn a demokratik bi pêş bixin, OHAL’ê rakin, aboriyê rast bikin, ji bo jinan polîtîkayên pozîtîf bi pêş bixin û ji bo her ciwanekî mehê 500 TL karta ciwantiyê bidin. Demîrtaş, da zanîn ku ji bo kesên astengdar ew ê Wezareta Mafê Astengdaran ava bikin û ji bo Elewiyan îbadetxaneyan ava bikin û ji bo hemû mafan azadiyê bi pêş bixin.
Em ê bi hev re bikin
Çend xalên danezana Demîrtaş a manîfestoyê yên derketin pêş wiha bûn:
- Ez ê bi erkên zêde bêm ser kar û bi tena çaketê xwe ji vir biçim.
- Ez soz didim ku hemû mirov di nava aştî û şewirmendiyê de bijîn û cudakeriyê ji holê rakim.
Ez ê bibim Serokomarê ku erka xwe bi hemû beşê civakê re parve bikim.
Em dê Qesrê vala bikin û têxin xizmeta gel. Polîtîkayên derve bi diya diyalog û aştiyane çareser bikin.
- Em dê ji pîvan û peymana hiqûqa navneteweyî û gerdûnî tawîzan nedin. -Em dê pergala serbixwe ya darazê ava bikin.
- Em dê meclîsê ji yek partiyê rizgar bikin û bikin meclîsa partiyan.
- Em dê derfetên kar ên ciwanan zêde bikin. Ji bo her ciwanekî 500 TL Karta Ciwantiye em ê derxin. Ji bo her kesî ragihandina înternetê ya bê pere û azad em ê bi pêş bixin.
- Em dê zexta li ser kesên xwedî nasname, bawerî û çanda cuda bi dawî bikin.
- Em dê mafê hemû bawerî û zimanan nas bikin û bi pêş bixin.
- Em dê mafê karker, cotkar û kedkaran biparêzin. Mafê kedê dê esas bê girtin.
- Em dê azadiya çapemeniyê esas bigirin û ti kes dê ji ber nivîs û îafdekirina fikra xwe neyê cezakirin. ENQERE