" Ez bi birêz Ocalan re di heman salê de bûme, me di sala 1966'an de li lîseyê hev nas kir. Me 3 salan bi hev re li dibistana razanê tev xand. Di dema lîseyê de ji min re gotin kesekî ji Rihayê li vir dixwîne. Gava min got wî nîşanê min bidin, ew nîşanê min kirin. Gava min cara yekemîn dît, li Kizilayê bi awayekî fikirîn li kolanê mêze dikir. Me li wir hevdu nas kir û pirsa wî ya yekemîn got min 'tu Kurd î?' Min jî got ez Kurd im û me 3 salan bi hev re li wir xwend. Rêber Apo di nava polê de di 3 kesan de notê herî zêde wî digirt. Hin xwendevanên din kêm caran di dersan de notê wan ji yê Serokatî zêdetir bûn. Yanî notê zêde afrêneriyek ji hişimendiya wî bû.  Mirovekî gelekî cidî bû. Di heman demê de gelekî jî bi ken bû jî. Di pola 2'emîn de mamosteyê meyê wêjeyê Bînbaşi Faruk Çaglayan hebû. Vî mamosteyê Rêber Apo kifş kiribû û pirtûkên felsefeyê didanê. Di polê de tenê wî felsefe dixand û ew derket pêş. Mamosteyekî meyî din digot, 'Abdullah kesekî xwezayî yê ji Rihayê ye, heke kesek ji wî re tiştekî bêje ji mira haiye gotin.' Mamoseyên me hemûyan gelekî ji wî hez dikirin."


Ruhê Rêbertiyê

Hevalê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îsmaîl Arslan aşkera kir ku piştî pola 2'yemîn a lîseyê Ocalan gelekî pêş ketibû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rojekî gazî min kir û ji min re got; 'Malbata min dixwaze ez bibim memur. Lê ez tiştên cuda difikirim. Ez dê malbata xwe matmayî bihêlim.' Me jê fêm nekir ji bo çi van tiştan ji mere dibêje. Hêj wê demê mijara neteweyî difikirî. Rêber Apo her roja ku derbas bû û rewşeke cuda wergirt. Di pola dawî de xwest serê xwe bi tevahî vala ke. Meraqa wî ya fitbolê hebû. Alîgirekî Galatasarayê bû. Diçu musabakayên fitbolê. Gelekî ji henekan hez dikir, lê ji axaftina fala gelekî hêrs dibû. Mamosteyê me Faruk Çaglayan ew keşf kir, ji wî re digot; 'Abdullah paşnavê te li te nayê, tu ne mirovekî ku tolê hildî û şer bike yî. Tu kesekî ku rêbertiyê bike yî. Em paşnavê te bikin Onalan. Dema ji girtîgehê derket hat serlêdana me. Qasî ku tê bîra min bi du hevalên xwe yê ji Dîlokê re li taxa Samanpazariyê di malekî de diman. Wê demê hevalên wî Tirk bûn, lê wî dixwast bi Kurdan re di malekî de bimîne. Derfeta ku em tev malê bigirin pêk nehat. Lê bi hevalên xwe yî Kurd re malek girt. Paşê di sala 1974'an de ket nava lêgerînekî. Bawerim bi hevalên xwe re di çarçoveya neteweyî de xwestin komekî ava bikin. Di 1976'an de dîsa bi mere hevdîtinek kir, êdî di hişimendiya wî de tiştekî şekil girtibû."

Gelekî li ber Hakî Karer ket
Arslan da zanîn ku piştî Hakkî Karer di sala 1978'an de li Dîlokê hat qetilkirin, li Enqereyê dîsa bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine û wiha axivî: "Gelekî bi hêrs bû. Digot; 'rêhevalê me ji hêla komek ajan a girêdayî Stêrka Sor ve hat qetilkirin.' Û gelekî li ber hevalê xwe diket." Arslan diyar kir ku piştî wê careke din hev nedîtine û bi lêv kir ku êdî dest bi partîbûnê kiribûn.
Şaredar Îsmaîl Arslan aşkera kir ku di sala 2000'î çûye Girava Îmraliyê û hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re kiriye û wiha got: "Ez nas nekirin. Em bi Aysel Tugluk re çûn. Ji Tugluk re got ev kî ye. Min gava got ez Îsmaîl Arslan, gelekî kêfxweş bû. Ji min re got; 'tu gelekî kal bûyî.' Hemû porê min daweşiya bû, hê jî di porê wî de spîbûn tune bû. Lê niha ew jî kal bûye. Bi tevahî ez 3 caran çûm. Ci hevdîtinekî de ji min pirsî got em dê bendava hilbijartinê derbas bikin an na, min jî got em nikarin derbas bikin. Wî jî got hilbijartinên herêmî gelekî girîng in, divê hûn bibin namzet. Wê demê min fêm kir ku gelekî qîmetê dide hilbijartinên herêmî." 

DÎHA/RIHA