Niha êdî tu tiştek li Başûrê Kurdistanê rewabûna wê nemaye. Yanî hikûmetek korsan û bi dizî li ser gel serweriya xwe berdewam dike. Çîrok û derewên van zaliman çawa dişibe hev. Ji bo ya xwe hakim bikin, çi nakin û çi nekirine. Bi rojan çapemeniya PDK’ê beriya mijara operasyona rizgarkirina Şengalê bikeve rojevê, şerê xwe yê taybet dest pê kiribû. Ji bo rewabûna PKK’ê li Başûr bixin nîqaşê dest bi her cure propagandayan kirin. Anîn heta gotin em hazirin DAIŞ li vir bimîne lê PKK bila li vir nebe. Zêdegaviyên wan di astekî de bû ku bi gotina wan ‘Ha jinek bikeve destê DAIŞ’ê ha biçe nav refên YPJ’ê heman rewşe’. Ya rast ji bo jinên Êzîdî bikevin destê DAIŞ’ê ji xwe deriyê Şengalê vekirin. Ji bo wan hebûn û tinebûna wan jinan ne girîng e, çi bi serê wan tê ne girîng e ya girîng boruyên petrolê bila li ser Tirkiyê neyê birîn. Bila Kurd nebe xwedî statuyek siyasî, ji ber ku PDK plana çendê salan a mêtîngerane ji bo pêşî li bi îradebûna Kurdan bigire. Îja ma emê çi hêvî li van bikin. Ez şaş û matmayî dimînin ku gelek kes bi taybet Kurdên me yên ku xwe serbixwe nîşan didin û behsa azadî û demokrasiyê dikin, li hember vê yekê ker û lal in. Çima em çavê xwe ji xetayên PDK’ê re digirin, na biborin ne xeta, xiyanet. Diyar e kesên ker û lal jî destê wan di vê de heye, berjewendiyên wan vê dixwaze. Na ku dema berjewendiyên wan nebe, reşika çavê wan jî be wê derxin û rehmê nekin.
Her carê bila kes ranebe û behsa çûyîna pêşmerge ji bo Kobanê neke, jixwe di bin wê çûyîna pêşmergeyan ya ji bo Kobanê de jî niyetên pir baş nebû. Bi awayekî ew hespê truva bûn, mixabin lê ji ber çavê me hertim bûyerê ser avê dibîne, gelek tişt hema wisa derbas dibe. Îja PDK radibe û rûdinê dibêje me pêşmerge rêkir Kobanê, kêm maye bêje Pêşmerge neba Kobanê rizgar nedibû. Vê hesabê dike ger pêşmerge çûye Kobanê û vegeriyaye, divê PKK jî heman tiştê bike. Ger pêşmerge çû Kobanê baş e, erka xwe pêk anî, lê xweziya erka xwe ne li hember Kobanê di serî de li hember Şengalê bicih bianiya. Gelek senaryo pêk nehatin, Holê jî çû, gelo PDK û Tirkiyê çi bikin. Barzanî çawa vê hikûmetê bi korsanî birêve dibe, wisa jî çû Şengalê û bê şermane derket pêşiya kamerayên xwe. Xwest ji PKK’ê re bêje ez li vir im ne hûn, we Şengalê rizgar nekiriye û xwest ji Tirkan re jî bêje, bila dilê we rihet be, ez li virim. Em jî hinek gotinan jê re bêjin: ‘Serokê ne rewa û korsan! Tu zanî ew cihê tu sekiniye û diaxivî, xwîna bi hezaran Êzîdiyan herikiye. Tu zanî ew zinarên tu li ser wan sekiniye, hawar û qêrîna bi sedan jinên Êzîdî dinalîne. Gelo dengê nefesa dawî ya zarokên sêwî, bê nav û av û pêxas nayê guhê te ku tu ewqas rihet li ser sîng û ruhê wan yê pîroz sekiniye û diaxivî. Û xweziya tu neaxiviya, tu kêliyekê bisekiniya û te guhdar bikira dengê vîjdana xwe. Ka çi dibêje? Te pişta xwe daye wê bajarê wêran û tu derewan dikî, wêraniya bajêr wê rojekê li te bizivire. Te dilê xwe û dostên xwe yên Tirk û Ereb xweş kir, destê te sax be, jixwe tu hertim vê erka xwe baş bicih tînî. Lê tu zanî te dilê çend mirovan birîndar kiriye. Lê tişt nabe rûyê te reşe û rengê Şengalê spi ye. Ala hevkarên te hertim reş û laçikên serê dayikên Şengalê ji rika bêbextiyê çîlspî ye. Dilê Şengalê azad e îro lê dilê te hêj girtî di destê xwedayên te de ye, cihê bê dilan li vî welatî nemaye, dilê kesên ne rewa êdî liser vê axa pîroz nemaye, oxir be ji te re, dema çûyînê ye êdî...’