Diyare ku zilam zilamekî tûj e. Li Amedê, li paytexta Kurdan, di cihekî wekî ku ji însanan hatiye paqijkirin de masek damezirandiye, xwe jî wekî kêrekî pîj û tûj, dor masê runiştiye. Bi xwe midurê ewlehî ya dewletê ye. Cil û bergên wî wekî jilêtek tûj, ên ku li der û dorên wî disekinin û ewlehiyên wî digirin çavên wan tûj, bejna wan tûj, ser, go û porên wan tûj, her yek wekî têyrek dora avahiyê dorpêç kirine û wisa ser pê sekinî ne. "Rojnamegerên fermî" jî hatine, dor masê kom bûne û li cihê xwe runiştine... Li ser masê tenê 'şîrê şêr' kêm e. Mîkrofona televizyonan jî danîne, icar tembûr ya wî zilamî ye. Ji ber ku xwe bi xwe wekî desthilatdar dihesibîne, gorî wî serdest ewe û li wir hêz ya wî ye, bo wê jî hema çi tê devê wî diavêje, gorî kêfa xwe distirê û dibêje: "Ên ku ji mirina terorîstan neêşe û negirê, ew ne însan e..."
Hey lo, hey lo, hey lo... Îcar çendeke jî em nîqaşdarên van pêyvan in, tenê ew qas be jî ser çavan, ber van pêyvan milet bi hev ketine... Diaxivin, gazînan dikin, hêrs tên, diqîrin, siyasetmedarên êlît ser vê yekê ekran girtine û siyaset dimeşînin, gorî pîvanên mirovahiyê dipeyivin, rexne dikin, dinirxînin, nirxandinên mezin, nirxandinên gewre dikin, hûrnêrînên asta jorîn tînin û ber me datînin, hin kes dibezin ser hev, çêran diavêjin, pevdiçin, û hwd... Vaye heftek qedya ye û hê jî mijara me ev e...
Lê ez fêhm nakim, çima tu kes napirse: "Gelo ew zilam kî ye û çi dibêje"? Ya herî girîng jî gelo ew gotinên wî zilamî tê çi watê?
Berî her tiştî, di van gotinan de keç û xortên Kurd, wek "terorîst" têne bi nav kirin. Gorî van gotinan; "Per kî ber dewletê bisekine û ji ber zordestiya dewletê nerazîbûnên xwe bîne ziman û dijberî van fermanrewatiya dewletê bi şêwazekî bisekine û ji bo mafa xwe û gelê xwe tekoşînek bimeşîne, teqez ew kes 'terorîst' in. Mirina wan ewla ye. Kuştina wan asayî ye. Lê piştî ku ew kes hatin kuştin, piştî mirina wan, însan dikare wan jî wek însan bihesibîne û hêstiyar be". Yanî di van gotinên midurê ewlehi ya Amedê de sekneke dijberî mirinê tune. Mafdayîn tune. Ji bo mafa Kurdan tu gotinek tune. Ji bo azadiyê, ji bo wekhevî û aşitiyê tu pêyvek tune. Lê dijî van mafên xwezayî, piçukxistina Kurdan heye. Digel Tirkan, lê li ser navên wan, hêstiyariyek elît, xwe bi xwe wekî bijarte dîtin heye.
Ya din, ên ku van gotinan dike, bi xwe di demeke dirêj de li Amedê wek polês xebat kiriye, istixbarat dest xistiye û di bin mirina bi hezaran welatparêz imzê xwe avêtiye. Bînin bîra xwe, Apê Mûsa û Wedat Aydin jî di nav da, li wan deman, taybet jî li Amedê, li hemû bajar, bajarok û gundên Kurdan, roj bi roj însanên welatparêz, şoreşger, hunermend, gundî, şivan, rojnameger, rêncber, nivîskar, dikandar, her kes û her kes, ên ku ji bo wan salox hatine girtin û biguman hatine dîtin, ewana tev da hatin kuştin. Ew zilam wê demê jî li ser saloxan xebat dikir û ji bo kuştina wan navên însanan dosya dikir. Îhtimalek heye ku ew zilam, wê demê jî, piştî teqîn û işkenceyan, ji bo kuştin a welatparêzan jî çavbaran kirîbû. Gelo îhtimaleke wisa heye?
Aniha ez lê dinêrim, li ser medya ya civakî, li ser rojname û rûpelên înternetê, gelek kes, midurê ewlehî ya Amedê wek lehengek, wek qehremanek binav dike û parêzertiya wî dike. Xişk no, bira no, ew tûjtiya wî midurî, bila kes gêj neke. Berpirsiyarê wî Îdrîs Naîm, Serokwezîra wî Erdogan e. Birdoziya wî Turan, peywira wî xeniqandina tekoşîna Kurdan e. Hê jî li welatê me wek xwedî desthilatdariya Tirktiyê tevdigere.
Tûjîtî û gêjîtî