Li gorî çavkaniyên çalakvanên Sûriyeyê hêzên ewlekariya Sûriyeyê li bajarê humsê 20 kes kuştine. Hate ragihandin ku di êvara înê de ku amadekariyên îna bi navê Alah û Ekber dihate kirin li Humsê 20 çalakvan bi guleyên ewlekariya Sûriyeyê hatin kuştin. Ev kuştinên dawî piştî rojekê di daxuyaniya hikûmeta Sûriyeyê ya li ser plan û pêşinyara Yekitiya Ereban hat. Li gorî wê planê diviyabû ku hikûmeta Sûriyeyê hemû leşker û hêzên xwe yên ewlekariyê ji kolanên bajêrên Sûriyeyê bikişîne lê di roja yekemîn a piştî vê daxuyaniyê hikûmeta Sûriyeyê li bajarê Humsê 20 kes kuştin.
Ji aliyekî din ve jî xwepêşandanên gel li bajarên Humus, Idlib, Dera û Navçeyên Laziqiye û Şamê berdeam kirin. Balkêşe ku êdî di xwepêşandanan de bi piranî ala Sûryeyê ya dema serxwebûnê tê bikaranîn.
Ji aliyekî din ve xwepêşandaneke mezin ji bo piştgiriya rejîma Esad li bajarê Tertûsê hate lidarxistin.
Her wiha berpirsa têkiliyên derve ên Yekitiya Ewropayê Kathreen Ashton bang li hkûmeta Sûriyeyê kir ku bendên pêşinyara Yekitita Erebî bicih bîne û leşkerên xwe derhal ji bajaran vekişîne.
ŞAM