Di civîna ku ji aliyê Civata Jinên Kurd ên Ermenîstanê ve hate lidarxistin de li gel jinên Kurd jinên ji hindikahiyên/neteweyên din beşdarbûn û îro li paytexta Ermenistan Yêrîvanê civînek hevbeş li dar xistin û di mijara ‘ji qirkirina jinê re na’ de bi yek dengî gotin, “ji hemû tundûtujî, lêdan û kuştina jinan re êdî bes e”.
Di salona civîna hevbeş a ku ji aliyê Civata Jinên Kurd ên Ermenîstanê ve hat lidarxistin de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, ala PAJK’ê wêneyên jinên ku rastî tundûtûjiyê hatine, hatin hilawestin, serokên komên Gurcî, Rûs, Cihû yên ku weke hindikahî li Ermenîstanê dijîn, keç û jinên Ermenî, nûnerên wezaretên çandê, perwerdehî û zanîstiyê, nûnerên sazîyên parastina mafên jinan, derûnas/psîkolog, perwerdenas/pedagog û xwendkar beşdarî civîna jinên Kurd bûn. Civîn bi gotûbêjeke geş derbas bû. Gelek pirsgirêk hatin nîqaşkirin. Taybetmendiya civînê ew bû ku pirsgirêkên jinan li welatê Ermenîstanê bi giştî hatin giftûgokirin û li riyên çareseriyê hatin gerîn. Heman demê di vê civînê de hate ser ziman ku li ku derê jin bijîn bila bijîn pirsgirêkên/kêşeyên wan yek in.
Di civîna ku li ser mijarên jinan hat axaftin û li ser riya çareseriyê hat geran û pêşniyar hatin pêşkêşkirin de axaftina vekirinê ji aliyê Seroka Komîteya Kurdistanê û endama KNK’ê Jenya Qadir ve hate kirin. Jenya Qadir ku di nav axaftina xwe de anî ser ziman ku hevgirtin û yekitiya neteweyan tekoşîna li himber zilm û zordestiya peyama/zilama li ser jin bisekine û wê jin encameke xurt bi dest bixe.
Piştî Jenya Qadir, Seroka Koma Jinên Gurcî Sivêtlana Namçîvadzê anî ziman ku hemû karên siyasî, xebatên dewletê di destê mêran de ne.
Nûnera Saziya Parastina Jinan Crîstîna Prîbîlsîkaya bal kîşand ser tundûtûjiya li ser jinê tê meşandin û çend daneyên amarî/statîstîkî derxist pêş.Endamên civînê biryar dan ku ev civîna ku meclîsa jinên Kurd pêk aniye, bibe destpêkeke baş ji bo berdewamiya kar û xebatên jinên hemû kêmneteweyên Ermenîstanê.

MARÎNÊ SIYABEND - ANF/ ÊRÎVAN