Jinên Ciwanên Welatparêz a Kurdistan, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşin û Piştevaniya li dijî Tuniya li Ser Jinê ya Navneteweyî, li ber Zaningeha Selahaddinê civiyan û bi def û arbanêyan heta Revebirî ya Zaningeha Selahaddîn meşîyan. Jinan di meşê de pankarta “Ji qirkirina jinê re na" vekirin û dirûşmên “Jin jîyan azadî”, “Azadî, azadî”, “Bijî tekoşîna jinan” “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Bi 10'an jinên ciwan bi dirûşmeyan heta Revebirîya Zanîngeha Selahaddîn meşiyan û sirûd xwendin. Li ser navê jinan Salîha Îke li ser navê jinan daxuyanî xwend. Îke diyar kir ku jin afrînerê jiyanê, sembola azadî û guhertinê ne û wiha got: “Ji destpêka jiyanê heya îro didome. Lê piştî demekê bi destê zalim û deshiladaran ev rewş hate guhartin. Jin êdî bi zilmdariya zilam hate hîştin. Di sedsala 21. an de jî ev zulmdariya li ser jinê berdewam dike. Mafên xwezayî yê jinê berî pênç hezar salan ji destê wê hate girtin. Jiyana wê, bedena wê, mejiyê wê hatiye parçekirin.
Îke, da zanîn ku dîrok hertim şahidiya tekoşîna azadiya jinê kiriye û wiha berdewam kir: “Di her demê dirokê da jin bûye dilopek wate di tekoşîna azadiyê ya bê hempa da. Dibe ku navê welatê me ji hev cuda bin. Lê ev cudahî nabe çareseriyek ji bo pirsgirêka jinê. Çi Erebîstan, çi Afrîka, çi Emerîka, çi Rûsya, çi Brîtanya, çi Îran, çi Tirkiye, çi ji Kurdistan be li her deverên ku jin lê dijîn çîroka desthîlatî û destavêtinê yeke û nayê guhartin”

Îke, da zanîn ku li 25’ê mijdarê rojek girîng û sembolîke û tekoşîna azadiya jinê tenê bi rojek ve sînordar nîne. Îke, destnîşan kir ku wekî jinên Ciwan ên Welatparêz a Kurdistan bangê tevahî jinan dikin ku li dijî tundiyê têkoşîna xwe bilind bikin û yekîtiya xwe xurt bikin.

HEWLÊR