Li Cizîrê ku mehê 350-400 jin diwelidin, tunebûna pisporên welidandinê girîngiya AKP dide tenduristiya mirovan jî careke din radixîne li ber çavan. Li nexweşxaneya dewletê ya Cizîrê tunebûna bijîşkên welidandinê ûnîteya welidandina jinê jî bêkar hişt. Serokê Odeya Bijîşkên Şirnexê Azad Karagoz li hemberî vê rewşê nerazîbûn nîşan da û got; "Pirsgirêkên li serwîsa welidandina jinan çêbûne ne pirsgirêkên rojek-du rojan in. Ev demeke dirêj e berdewam dikin. Lêkolînên me bixwe hene. Li nexweşxaneya dewletê ya Cizîrê hemû kar li ser pişta bijîşkekê ye. Lewma pirsgirêkên cidî hene."
Karagoz anî ziman ku ji ber 2 bijîşk bi hev re bidestûr in li Cizîrê pirsgirêkên mezin tên jiyîn û wiha axivî: "Di vê mijarê de ji vir û pê de em jî dê bikevin nava hewldana çareseriya pirsgirêkê. Lê bingehê pirsgirêkê tunebûne pisporên welidandinê ye. Beriya niha ji bo demekê ji Edeneyê bijîşkeke welidandinê hat lê piştre ew bijîşk paşve hate kişandin. Bi çareseriyên rojane pirsgirêk bidawî nabin."
Karagoz banga bihîstiyariyê li berpirsan kir û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Ji navenda Şirnex, Silopî, Hezex û Elkê nexweş hene. Li Şirnexê 2, li Hezexê 1 û li Silopiyê 1 Pisporê welidandina jinan heye. Bijîşkê li Silopiyê seranserî rojê naxebite. Rewşeke wê ya resen heye. Saet di 14.30'an de dev ji kar berdide. Pispora li Hezexê jî sedem nîşan da û derket destûra salane. Lewma berpirsyariya mezin dikeve ser nexweşxaneya dewletê ya Cizîrê. Li Cizîrê jî tunebûna bijîşk dibe sedemê xetimandina kar. Lewma divê berpirsyar di vê mijarê de bi hîstiyar tev bigerin û demildest vê pirsgirêkê çareser bikin.
DÎHA/ŞIRNEX