Roja 8. Îlona 2012'an li bajarê Mannheimê li Festîvala 20'min Tûra Otûbûsê ya ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan destpê kir. Li 8 dewletên Ewrûpayê û zêdeyî 70 bajaran otûbûsa me digere.
Armanca me ewe ku em rewşa birêz Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê ji raya giştî re eşkere bikin û li ser vî asasî li Ewrûpayê herkesî agehdar bikin. Kampanyaya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd ji aliyê rewşenbîr û kesên xelatên Nobelê yên Navnetewî girtine ve hate destpê kirin. Em jî têda cîh digrin û piştgirîyê didin wê kampanya yê. Hemû bajarên ku em diçinê em ji hêla gel ve bi çosekê mezin têne pêşwazî kirin. Ketina me ya nava bajaran bi konvoyê destpê dike û piştî ku em li nav bajêr digerin, bi rastî jî ji hêla civakê ve bi balkêşî em tên şopandin û bi piştgiriyek mezin a alîkariya Îmzeyan didin me. Dema em diçin qada mîtingê, em bi çoşekê gelekî mezin têne pêşwazî kirin. Ji zarokan bigire heya dayîkên 70 salî bi kincên xwe yên Netewî têne pêşwaziya me. Dîmenek gelekî balkêş ya wêneya birêz Abdullah Ocalan ê. Ji ber ku li hemû qadên mîtingê ya ku otûbûsa me lê digere, wêneyên birêz Ocalan di nav mede hene. Dema em li qadên bajaran îmzeyan berhev dikin, wê demê jî kesên biyanî her demê ji me pirs dikin:
“Gelo niha rewşa birêz Ocalan Çiye?”
“Ocalan hê di zindanê de ye?”
“Çima Ewropa bê deng e?”
“Hewqas sal çima çareseriyek cênebûye?”
“Çima dewleta Tirk ji bo aşitiyê gavê navêje?”
Ew hemû pirsên miletê biyaniyan bûn. Çapemeniya Alman bi xwe bi balkêsî Tûra Otûbûsê dişopîne. Li qadên mîtingê her demê reportaj têne kirin û ez dikarim bibêjim çapemeniya Alman cîh da çalakiyaOtûbûsê û hê jî bi baldarî dişopînin.

Bi Şemdîn re koroyo neteweyî

Otûbûsa me bûye sedema kêf xweşî, ku li her bajêrî gel wêneyen xwe dikşîne. Qadên bajêrên Ewropayê bûnê mîna qadên Kurdistanê. Gel hemû bi hevre sitranên Hunermend Şemdin dibêje. Hevalê Şemdin li pêşiya gel destpêkê sitrana "Çerxa Şoreşê' dibêje û gel jî hemû bi hevra weke Koroya Netewî lê wedigerîne. Yan jî sitrana Hozan Şemdin a binavê; “Ew dûnya pir mezinê têra me hemiyan heye“ li qadên mitîngê belav dibe. Dema ez wê sitranê gûhdar dikim wê demê ez dûr diçim, ji ber ku di dema Romayê de hatê nivîsandin. Wê demê ez jî mîna hemû gelê xwe li qada Romayê bûm.
Em govenda Kurdî ji bîr nekin, ji ber ku hemû cîhê em diçinê hevalê me Mustafa û hevalên din bi def û zirneya xwe şahiya me germ dikin. Hevalê Mehmet ji Koma Hêzex bi kemanceya xwe berê me dida ber bi Mêrdîn a rengîn ve.

Demên xweş mîna ên li Kurdistanê

Ev dema tûra otobûsê ji bo me waxtekî xweş bû, mîna em li Kurdistanê nê. Her kes bi çepikan û bi yek slogan mesaja xwe dide ”Bê Serok Jiyan nabe”. Ew slogan  li nav bajarên Ewropayê belav dibe. Belê ew wêneyekî gelekî balkêşê, dema ku em diketin nava bajêr, polîsên Alman bi konvoyekê mezin dihatê pêşwaziya me, ji ber ku li henek bajaran nîjadperestên Tirk dixwastin êrîşî me bikin.
 Ew jî wêneya gelek balkês ya li Nürnbergê bû. Ji ber ku polîsan dixwastin me têxin nav çembelê, lê belê piştî hevdîtinên me, polîsan xwe dûr xistin. Li wêderê me dît ku cend çar nîjadperestên Tirk yek bi yek dihatin, lê ji hêla polîsan ve rê nehate dayîn ku werin nav me. Tiştekî din jî balkêş hebû, ku polîsan digot: Wêneyê Abdullah Ocalan tenê qedexê ne, gerek hûn li ser wêneyan binîvsinên: “Freiheit für Ocalan” yanî bêjin "Azadî ji bo Ocalan". Dema me bi polîsan re nîqaş dikir, polîsan digot: “Evder Bayern e, em herêmekê serbixwe ne.”

Bi tura otobusê hest bûn yek

Bi rastî jî çiqas mirov binîvsinê, gotin xilas nabin. Dayikekê digot: “Keça min, waleh ez êdî aştiyê naxwazim, ez şer dixwazim. Lê tenê ji bo Tûra  Azadiya Serok ez gotinên aşitiyane dibêjim."
Yanî em dibînin ku her kes cûda difikire, lê belê dema em bi otûbûsa ji bo azadiya Serok tên, wê demê  her kes zimanê xwe diguherîne û ji bo aşîtî û azadiyê dengê xwe bilind dike. Belê em serê sibê zû bi rê dikevin û bî moralekî gelekî xweş û bi sitranan û henekan dest bi tûra xwe dikin.
Ew roja ku em li ser otobanê diçûn Nurnbergê, şoforekî TIR'ê bi xwe ji Nisêbînê bû, li ser rê li me sekînî û piştgirtiya xwe da me. Piştî demekê ku em axivîn, derkete holê ku ew û dayika Ayşan ya li cem me, hevdû nas dikin. Êdî şofor û hevalê Brûsk bûne nasê hev, em jî xerîb man.
Dîsa bîranînekê gelekî xweş hebû, ku şoforê me bi xwe ji Polanya yê û aynî wê roja tûra me ya li Nurnbergê, bi Jinekî Polani re diaxivî û jêre behsa tûra me dikir û wî jî Îmze dida hev. Di rê de digot gerek tenê em CD'ya Şemdin guhdar bikin.
Dîsa hevalekî din ku Holandî ye ji bajarê Arnheimê  gihîştiye tûra me. Navê wî Henry ye û li hemû cihê ku em diçin îmzeyan berhev dike.  Wê rojê ji min re digot: "Binere,  ji bo Tûra Azadiya ji bo Serok ez 2 mehan rojên Yekşemê naçim dêrê. Belê ku her Kurdek mîna Henry îmzeyan bide hev, wê demê di nav 2 mehan de emê bi milyonan îmze kom bibin.
Mînakeke din jî Hevalê Îsmet Kem ê tu astengî li pêşiya coş û heyecana wî nikarin bisekinin.
Ez gelek sipas dikim ji bo hemû gelê me yên ku me tenê bernadin û ji bo hemû hevalên ku cihê xwe di nav tûra me da digrin.
Herwiha banga me ji bo her kesî ye, ku li Tûra Otûbûsê û Kampanya Îmze xwedî derkevin. Îmzeya we ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan e.


FELEKNAS UCA